P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

KERCOSÎ AXA NE!


Bavê Ronahî

Li gor lêkolîner û bisporên karên civakî, Kercosî hemi axa ne.

Li gor wan lêkolîner û bisporan, li derdorên Kercosê bi qasî 112 gund hene.

Li Kercosê hotêl û pansîyon nînin. Lewra kesên ji wan gundan tên û êvarî nikarin biçin malên xwe, li malên Kercosîyan dimînin û dibin mêhvanên wan. Herweha Kercosî jî, ji ber ku gellek mêhvanperwer in, bi qasî mêhvan perwerîyê jî qure ne. Lewre jî, ji Kercosîyan re axa dibêjin. Lê di bingeha xwe de wek axayên e?îran tenê mala Ekmenan in û yên din axayên mala xwe û nanê xwe ne.

Li ser Kercosîyan gellek pêkenok jî hatine çêkirin. Emê jî li gor destkevtîyên xwe vê çanda xwe li gor derfetên xwe ji xenevanên Lotikxanê re rabigihînin.

                 LI   KERCOSÊ  FITBOL 15 DEQÎQAN TAJO

Li gor qaîdeyên fitbolê, li tevahîya dinyayê pê?birkek fitbolê bi kêmanî 90 deqîqe ye.

Lê li Kercosê pê?birka herî dirêj 15 deqan tajo. Hûn zanin ji bo çi ? Ji ber ku Kercosî hemi axa ne!

Lê hûnê bibêjin çawa?

Dema li Kercosê pê?birka fitbolê çêdibe, di nava 15 deqîqan de mihekeq top carekê diçe tac ê. Dema top çû tacê, ji ber ku Kercosî hemi axa ne, ne lîztîkvan û ne jî tema?evan ji ber axatî û quretîyê naçin topê naînin.

Û bi vî avayî dawîya pê?birkê tê.

   KERCOSΠ LI PA?ÎYA  TIRINBÊLAN SUWAR NABIN

J? ber ku Kercosî axa ne, dema ji Kercosê biçin bajarek din, an jî ji wî bajarî vegerin Kercosê, li pê?îya tirinbêlan suwar dibin. Yanî li “?ifêr mehelî” siwar dibin.  Heke li pê?îyê cih tunebe, li benda tirinbêlek din disekinin. Lê ku ji bêçaretî li pa?îya tirinbêlê suwar bin, wî çaxî jî ?ofêr mecbûr dikin ku pa?pa?kî bajo da ku yê Kercosî xwe li pê?îyê bibîne.

Ev nivîs 585 carî hatiye xwendin


2 şirove hene - “KERCOSÎ AXA NE!”

  1. Ez gora mame xwu .yabo keyf keyfa mame minè ha.li ser seklavi tituna Qursè dik§ini.

  2. ka ez jî yekî bêjim yabo.40 mêrÊ kercosî diçin mekka minawer yanî hecê lo.yek ji nav wa hevalê xwe wunda dike u dimine bi tenê.axaye camêr li xwe danayne ko wundabuye jî.hema diçe ba polêsê siudî dibe 39 hevalêmin wundabune we ne dîtîye gelo!!!!!

Şirove bike