Mêro zane bê mala ?eytên jî li ku ye

Axtapotê Alman “Paûl” efendî, van heyaman ji pir populer û bi navûdeng bûye. Nav û dengê Axtapot Paûl Serokwezîra Alman Angela Merkel jî derbas kiriye ellawekîl. Mêro kêf kiriye û di akvaryûma xwe de xirrê xwe difirkîne.

Axtapot Paûl, texmînên ewqasî rast destnî?an dike ku nayê gotin.

Mêro di pê?birka fûtbolê de texmînên herî rast destnî?an kir û piranîya tîmên ku wî texmîn dikir, bûn ?ampiyon. Meselen di pê?birka Almanya- Ûrûgûay de gotibû “wê Almanya qezenc bike” û rast derket, Almanan qezenc kir. Niha jî dibêje wê Îspanya bibe ?ampiyonê cîhanê. Heger ev texmîna wî jî rast derkeve, bawer bikin wê Axtapot Paûl ji Barack Obama jî navdartir bibe.

Li ser bextê berazên Almanya be, dibêjin Axtapot Paûl zane bê mala ?eytên jî li ku ye. Û hetta zane bê wê kîjan salê qiyamet jî rabe.

Pi?tî vê ?arezatîya Axtapot Paûl, me jî li ser navê Lotikxanê pirsa referandûma Tirkiyê jê kir. Axtapot Paûl texmîna xwe eynen wilo got:”Jina min Axtapot Ey?okê ji min berdayî be, wê di referandûma guhertina makzagona Tirkiyê de “erê” bi ser keve” û lotikek kesanedî avêt.

Werhasilî kelam,  emê binerin. Heger texmîna Axtapot Paûl efendî vê carê rast derkeve, îhtîmalek pir mezin heye ku em wî transferî nav refê Lotikxanê bikin û wî bikin Serokê Axtapotên Lotikxanê.

De ya bi xêr…

Almanya

About The Author