Erê kes ji PKKê re dibêje çima wiha dike?

Ev demek dirêj e ku serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê dibêje ew rê nade xaka Herêma Kurdistanê li dijî cîranên me bê bikaranîn. Gelo bi rastî me rê li ber wêya girtiye ku xaka Herêma Kurdistanê li dijî cîranên me neyê bikaranîn?

Rojeva van çend hefteyên borî, meseleya topbarankirina navçeyên sînor yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran û Tirkiyê ye. Hinceta van herdu dewletan jî ew e ku PKK û PJAK sînorên wan derbas dikin, êrî?an dibin ser wan û serbazên wan dikujin. Divê berî em vê pirsê ji Îran û Tirkiyê bikin, ku desthilatdarên me ji wan re dibêjin du welatên `dost`, em vê pirsê ji PKKê bi xwe bikin ka gelo çima wiha dike? Armanca wê çiye?

PKK û PJAK di halê hazir de du mêvan in ku tên serê mêvandarên xwe bixwin. Ew, bê ku rêz li vîna gelê Kurdistanê bigrin, xaka Herêma Kurdistanê kirine bingeha birina êrî?ên ser welatên cîranên Herêma Kurdistanê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê jî di derbarê vî karê PKKê de bêdeng in û tenê berê xwe didin welatên cîran û ji wan dipirsin çima herêmê topbaran dikin?

Bê guman, ev topbarana Îran û Tirkiyê binpêkirina serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ye, lê ya ku PKKê dike çiye? Ger Îran û Tirkiyê dijminên Herêma Kurdistanê ne û pirsgirêkên me li gel wan hene, dibe ku em pi?tîvaniya PKKê bikin û sitargehekê bidinê. Lê ger em van welatan wek dostên xwe bidin zanîn û bi baweriya me divê peywendiyên me li gel wan ba? bin, êdî neheqî ye ger em li himber PKKê  bêdeng bin.

Ev demek dirêj e ku PKK li vê herêmê wek hikûmetek serbixwe û li ser hisabê koçberî, derbiderî, ku?tin û birîndarbûna xelkê Herêma Kurdistana Iraqê siyasetê dike. Kengî berjewendiyên wê bixwazin ji vir li dijî Tirkiyê ?er îlan dike, û kengî eqlê wê lêxist agirbestê îlan dike. Lê ev hemû li ser hisabê Herêma Kurdistanê ne ji ber ti?tekî wan nîne ji dest bidin. Kengî bizanin têkiliyên Herêma Kurdistanê li gel Îran û Tirkiyê berbi ba?bûnê ve diçin, ?er îlan dikin.

Gelo ti kes vê pirsê ji PKKê dike bê çima wiha dike? Bi baweriya PKKê, ew sentera dinyayê ye û wiha difikire ku ne ji wan be, wê gur me li vê herêmê bixwin. Nayê bîra wan ku temenê ?erê çekdarî yê gelê Kurd li Ba?ûrê Kurdistanê nêzîkî sedsalî dibe û berî ku yê wan jî hebe; yê me her hebû.

PKK dixwaze carek din Artê?a Tirk bîne nav xaka Herêma Kurdistanê. Ma?ella di vêya de pir serkeftî ye, çimkî Tirkiye niha xwe ji operasyona dersînor re amade dike. Lê heta kengî divê em li Herêma Kurdistanê nirxê lîstika mi?k û pisîkê ya Artê?a Tirk û PKKê bidin?! Ger bi rastî PKK hêzek ewqasî mezin e „wek ku îdîa dike“ çima naçe bostekê ji xaka Bakurê Kurdistanê rizgar nake û tê de hukim nake? Çima naçe li wir serkirdayetiya ?ore? û xebata xwe nake, lê xaka Ba?ûrê Kurdistanê bi kar tîne?

Berî ku berê me li Îran û Tirkiyê be, divê bi awayekî ciddî em berê xwe bidin PKKê. Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya siyasî hemû hêz û îmkanên xwe ji bo vê bixebitîne ku ger PKKê bixwaze li Herêma Kurdistanê bijî, divê dev ji van kiryarên xwe berde. Yan na, ji qewlê Talabanî, qey li Tirkiyê çiya nînin, bila herin ser çiyayên xwe!

Rûdaw

About The Author