Dinya bûye dinya kê kire kê!

Bûyerên li Hekarya qewimin, hi? û mejî di serê Culemêrgîyan de ne hi?tine. Ji ber van bûyeran xelk belingaz û feqîr ketine. Lewre jî, zû tên xapandin û xapînekên her cûreyî vir, direw û sextekarî bê hed û hesab zêde bûn e. Ji ber feqîrîyê jî zû dikefin tora xapînekan.

Wek nimûne:

 Ji mobîla S.T. ê Cûlemêrgî re mesajek tê.  S.T mobîla xwe vedike, jê re hatîye nivîsîn Hingo ji (we/te) re 10 hezar TL xelat derket. Ew jî jibo cihê ku mesaj jê re hatîye têlefonê vedike û dipirse gelo  birastî xelat ji min re derketîye?.

 Yê mesaj rêkirî dibê:” Belê, jibo te 10 hezar TL xelat lê da, te pîroz dikim, bi xêr û xwe?î xerc bike. Tu dikarî wan peran ji baîyên Tûrkcell û Vodafonê bistînî”.

 Ji kêyfan tir xwe di qûna S.T. de nagirin, dike bifire. Lê yê li henber jê re dibêje:” Jibo ku tu wan 10 hezaran bistînî, hewceye tu 3 hezar û 199 TL yan bi?înî filan qontoyê”.

Êêêêêê, ma ji cihê ku ga jê bên, mirov golik jê dihewi?îne!

10 hezar TL hi? û aqil di serî de nahêle.  Bi wê kelecanê 3 hezar û 199 TL yan jê re di?îne. Pêre diçe ba bayîyan û dibê: “ Vaye mesaj, min pare jî ?andin, ka 10 hezaran bidin min”.

Ew jî dibên:” Bra ti?tek wisa nîne, hinekan yan tu xapandî yan jî henek bi te kirine. Aha vaye telefona navenda herdu fîrman, ku tu bawer nakî ji wan bipirse”.

 S.T. jibo navenda Vodafon û Turkcelê têlefonê vedike. Ew jî dibên:” Hinekan tu xapandî û lotikek qerase li te xistine. Ma tu nizanî dinya bûye dinya kê kire kê heyran. Here gilîyê wan li ba polîsan bike babam” û doxînê lê sist dikin.

 Vêcar gelî xwendevanan, li xwe miqate bin û hûn jî neyên xapandin. Pa?ê nebêjin Bavê Ronahî û Lotikxanê em hî?yar nekirin ha, ji me gotin. Dinya bûye dinya “Kê kire kê” ellawekîl. Ne wîjdan maye, ne jî insanetî. Hay ji doxîna xwe û bêrîka xwe hebin û hûn sax…

About The Author