Ji ber jina wî Tirk e, naxwaze Tirkiye parçe bibe

Li gora min yek ji sedema herî mezin a ku Kurd bi Tirkan ve zeliqî ne û nikarin dev ji alastina qûna wan berdin, zewaca bi jinên Tirkan re ye. Ji bo ku jinên piranîya siyasetmedarên me  Tirk in, her nirxên pîroz jî dikin bi qurbana lotikek wê jina Tirk. Ji xwe zarok dibin dew?îrme û zimanê Tirkî dibe zimanê dê, eynen wek golikên li nav garanê tê serê wan zarokan. Dê Tirk û bav Kurd. ?orba nîskê lo! Carek, didu, sisê, meriv pê virikî dibe yanî ha. Hem zarok dibin Tirk û hem jî bavê Kurd hefsarê Tirk û Tirkayetîyê dixe serê xwe, kurtanê kerên Tirk ji ser pi?ta wan nayê xwarê.

Axir, mesela me li ser siyasetmedar û rew?enbîrên mîna sayin û pir mezin Hasîp Kaplan ê zavayê Tirkan bû.

Êêêêêê, mero zavayê Tirkan be, jina meriv Tirk be û meriv doza parçebûna Tirkiyê bike, ma ev dibe? Nabeeeeeeeeeee, qet nabe! Malxezûran ji Kurd û Kurdistanê ?îrîntir in babaaaaaaa…

Ji yekî pirsîne: „Xwarzê, tu ji kuyî lo?“

Ê din bersivandiye: „Xalo, ez hîna ne zewicî me“.

Yanî, meriv ji ku, ji kê bizewice, meriv xwe girêdayî wir dibîne.

Îcar ev jî mesela me û cîgerim Hasîp Kaplan e.

Hasîp Kaplan li bajarê Antalya lotikek ewqas dûrî Kurdayetîyê, ewqas li gora dilê Tirkên xezûranên xwe avêt ku nayê gotin. Dilê Tirkan xwe? û ge? kir, yekîtîya xaka Tirkiyê û Kurd û Tirkan wek xeta sor bi nav kir, lotikek li Ertûgrûl Ozkok xist û gotinên wî „Çima Kurd û Tirk nikarin ji hev veqetin?“ bi dijwarî rexne kir.

De îcar hesab li cem we gelî Kurdên xîretkê?.

Ertûgtûl Ozkok ê Tirk radibe di nivîsa xwe de „veqetandina Kurd û Tirkan“ nîqa? dike û ba? yan xerab veqetandina Kurdan wek mafekî rewa dibîne, lê sermezinên wek Hasîp Kaplan jî çima ku jina wî Tirk e dibêje:“Yekîtî û tevahîya Tirkiyê tu caran nikare û nabe bê niqa?kirin.  Nîqa?kirina cudabuna Kurd û Tirkan ne heddê tu kesî ye û em vê mijarê di qonaxa „Azadîya Ramanê“ de jî nabînin.Çend milyon insanên me bi Tirk, Çerkez, Ereb û Arnavutan re zevicî ne.
Emê bi çi ?iklî wan ji hev  cuda bikin ? Ez Kurd im, jina min Tirk e!
 “ filan û jehr û ziqûm.

Hûn dibînin ne?

Hûn dibînin bê kesên ku li ser navê Kurdan di meclîsa Tirkiyê de ne doza çi dikin? Nîqa?kirina cudabûna Kurd û Tirkan ne heddê tu kesî ye ha?

Ê ba? e oxlim, sayin zavayê Tirkan, ma paraztina yekîtîya xaka Tirkiyê heddê te û bavê te ye cîgerim? Ma tu bekçîyê dewleta Tirko yî?

Heger mesele mesela zewaca bi jinên Tirk re be, yabo jinên xwe berdin, werin emê li ser navê Lotikxanê jinên Kurd bi we re bizewicînin babam, wî! Yan tir?ika Tirkan xwe?tir e?

Werhasilî kelam..

Hasîp Kaplanê me vê roja xêrê ez gunehkar kirim. Ji xwe ev heftak e ez bi tir?ikê virikî bûbûm, dîsa tir?ika Tirkan hat bîra min û dilê min pê xeliya. Lê pelûla Hasîp Kaplan jî ne kêmî tir?ikê ye haaaaaa, pelûlek ewqas germ bi serê xwe de rijand ku heta bi xezûranên wî bi xwe jî hem henekê xwe pê dikin, hem jî ji bo vê lotika bergîlkî jê re li çepikan dixin.

De lotika Hasîbê me pîroz û bimbarek be rebbî.

Xuyaye em Kurdên bakur misteheqê van lotikên bergîlkî ne. Yan na, ma me kesên Tirk, zavayên Tirkan û dew?îrmeyên Kurd li ser serê xwe dikirin serok, rêber û siyasetmedar qurbaaaaannnnnnnn!?

Stenbol  

About The Author