Pi?tgirîya Îsmaîl Be?îkçî bikin

Sosyologê Tirk Îsmaîl Be?îkçî, jiyana xwe li ser Kurdan kir. Bi dehê salan di zindanên dewletê de raza, lê ji dîtin û helwesta xwe tawîz neda, dev ji rastîyê berneda, hê jî bernedaye. Be?îkçî yê ku ji gellek serok û rêberên Kurdan wêrektir û bi cesarettir xwedî li rastîya Kurd û Kurdistanê derket, mafê Kurdan parazt û xêrek ji jiyana xwe nedît, îro dîsa ketiye ber xezeba dewleta virqo û tê darizandin. Çima ku Be?îkçî rastîyê dibêje û mafê Kurdan diparêze, dadwer û dozgerên dêlika Asenayê lê hatine xezebê û dixwazin di vî temenî de dîsa wî bavêjin zindanê.

Pi?tgirî û xwedîlêderketina yekî wek Îsmaîl Be?îkçî karê her Kurdê bi namûs e. Îsmaîl Be?îkçî yê ku jiyana xwe di ber Kurdan de heba kir, divê bi tenê neyê hi?tin û xwedî lê bê derketin. Be?îkçî xîretkê?ê doza Kurd û Kurdistanê ye. Heçê wî bi tenê bihêle û pi?tgirîyê nede wî, jina wî, mêrê wê jê berdayî be, xelas!

About The Author