Israîlî deyndarê Kurda ne

Gellek caran Israîlî bi qedrê Kurdan nizanin. Lê hinek caran wîjdanê hinek jî nivîskar û rew?enbîrên wan dijene û rastîyê dinivîsin.

Rojnameya The Jerûsalem Post, di nivîsek ?iroveyî de rexne ji helwesta Israîlê kir û neheqîya ku dîrokî û exlaqî li Kurdan hatiye kirin qebûl kir.

Di nivîsê de tê gotin ku Israîlî ji alî dîrokî û exlaqî ve deyndarê Kurdan e û dostanîya bi Kurdan re ba? nehatiye pîvan. Di nivîsa Jerûsalem Post de eynen ev lotik hatiye avêtin:

„Binerin oxlim, em li ser navê dostaniya bi Tirkiyeyê re xwe ji herti?tî dûr dihêlin. Lê Tirkiye bi neyarên me re têkiliyên ba? datîne. Divê Tirkên hov jî  hîn bibin ku hem bi dostaniya me re û hem jî bi pi?tgiriya me ya ku em didin Kurdan re bijîn û hînî lotikên insanetîyê bibin’’ filan û fîstan.  

Nivîskarê mijarê Elî Avîdan, dipirse û dilorîne:“Ka minnerdarîya me ya li himber Kurdan babam? Padî?ahên Kurdan di dîroka kevnare de xwelî li me derketin û em anîn li welatê me bi cîh kirin, lê me ji bo Kurdan çi kiriye ka hûn nabêjin? Ez zanim wê ev nivîs li zora qûna Tirkan here, lê divê em Israîlî xwe ji berpirsiyarîya li himber Kurdan dûr nexin û wan bi tenê nehêlin, wan nekin piçik û parîyên devê hirçî hovên Tirk, Ereb û Farisên qûnre?“ û daye bin dûvê Tirkan.

Elî Avîdan efendî dîsa dibêje:“Cîhanê mala xwe bir mîratê û Kurd kirin qurbana berjewendîyên xwe, ew ji bîr kirin. Divê em dev ji alastina qûna Tirkan berdin û rastîyê bibînin. Gava em têkilîyan bi Tirkan re deynin, divê herweha em Kurdan jî ji bîr nekin û têkilîyê bi wan re jî deynin. Ma ji xelkê re adet e lê ji me re qebhet e qurban“ û daye lotikan.
Werhasilî kelam, xuyaye Israîlî hêdî hêdî qîmetê Kurdan zanin û biaqil dibin. Lê dinya menfeet û berjewendî ye. Divê Kurd jî têkilîyan bi Israîlê re deynin û xwe ji wê saw û psîkolojîya ku wê dijminên wan bixeyidin, rizgar bikin.

Meselen min bi xwe ji zû de têkilî bi keçek Israîlî re danîye. Hema têkilîyên keçên Israîlî li min, yê bi xort û siyasetmedaran jî li we gelî xwendevanan.

Keç ji min re û mêr ji we re, ma ne ba? e babam?

Tel Awîw

 

About The Author