Menfeet li Kurdan nabe

   Makzagona cûnta fa?îst ya Kenan Ewren, bû heceta ?erê PKK ê. Ev ?er û makzagon bûn sedemê 650 hizar girtî, ê?kencan û seqetan, 1 milyon 500 hizar kesên fî?kirî, 60 hizar ku?tî û ewqas jî birîndar, valabûna 4 hizar gûndan, koçberîya 500 hizar Kurdan  ( ji wan 160 hezar ji hemwelatîyê derxistin) û hwd. Jibo guhartina wê makzagonê wê di 12 Êlûnê de referandûm bê kirin. Xelk wê biçin jibo guhartinê erê an jî na dengên xwe bidin. Heke neçin dengdanê tê wateya erêkirina mayîna wê makzagona fa?îst. 

Mixabin serokê BDP doh na pêr got:” Em refarandûmê boyqot dikin û naçin dengdanê. Ne makzagona Ewren, ne jî ya Erdoxan”. Bi gotinek din camêr dibê  em bi ti?tên ku wê makzagona fa?î?t anîye serê Kurdan razî ne. Em bi?tgirîya wê û hevalbendîya wê dikin. Kurd hatine ku?tin, hatine girtin, derbeder bûne, namusa wan di bin pîyan de çûye, birçî û tazî ne, ne xema me ye.  Miletê Kurd jibo rizgarbûnê çi hewcebû ji wan ne hevi?and, dan PKK ê û sazîyên pêve girêdayî. Lê Kurdan bi qasî vê serpêhatîya jêrîn jî fayde ji PKK ê û sazîyên pêve girêdayî negirt.

Dê kerem kin, vaye hûn û vaye serpêhatî

Dîya Hesen ê  Mamxûranî nexwe? dikeve . Hesen dîya xwe dibe germavê, çare lê nabe. Dibe li ser tirban dîgerîne, qurbanan serjê dike, dîya wî  ba? nabe. Dibe cem melayên navdar jêre nivi?t û bazbendan dide çêkirin, fayde nake. Dibe Beytul?ebabê  ser doxtoran, bê fayde ye. Dawîyê gayê sor difiro?e û dîya xwe dibe bajarê Wanê û li nexwe?xanê radizîne. Lê li wir jî ?ifayê nabîne û ?ûn de vedigerin gund .

Gundî jibo seredanê diçin mala Hesen û li malê civat ge? dibe. mêvanek nû hatî û qedir bilind ji Hesen dipirse:” Rew?a dîya te çawa ye ?”

Hesen:” Wilah min mele, germav, doxtor û nexwe?xane nehi?tin, min gayê sor jî firot û li dîya xwe da. Lê dîya min menfeeta kîrê kerê jî jê negirt”.

Îcar pirê caran em Kurd menfeetê ji ti?tekî nagrin. Em can û malên xwe didin, her ti?tên xwe feda dikin, lê rêxistin û partîyên me tenê li berjewendîyên xwe û difikirin. Kurd hene, tunene ne xema kîrê kesî ye. Lê zanin li ser pi?ta me biçêrin û zîtirkan bavêjin. Tew hinek li ser navê me bekçîtîya dewleta Tirko jî dikin bavoooooooo!

About The Author