MIRINA KARMEND BI WATE YE

Tê zanîn û dîtin li komara Tirkîyê hemû karmend (memur) jîyana xwe bi deynî û taxsîd dom dikin. ?ert û mercên aborî giran e, bê deyn jîyan ne bi...

Tê zanîn û dîtin li komara Tirkîyê hemû karmend (memur) jîyana xwe bi deynî û taxsîd dom dikin. ?ert û mercên aborî giran e, bê deyn jîyan ne bi derfet e.

     Rojek ji rojan karmendek diçe ser dilovanîya xwe, jîyana xwe ji dest daye û mirîye. Mirin bi vî awayî bûye. Destekî karmend li ser singa wî ye, destekî wî jî li ser xirê wî ye. Wisa rep û req maye.  Mele tê ku  la?ê wî bi?o û bike nava kefen. Lê dike nake nikare destê mirî ji ser singa wî û ji ser xirê wî  biqetîne. Tu wateyê ji vî halî re nabîne. Ji çend kesan dipirse dibê: “ Law ev karmend çima bi vî awayî maye kuro, çima destê xwe danîye ser haletê xwe?

Her kesek li gorî xwe ?îrove dike, lê mele nayê qanî kirin.

    Mele dibê: “ Kuro ka biçe gazî karmendeki hevalê wî bike bila bê, dibe ew derdê wî bizanibe “.

Yek diçe gazî karmendeki dike, tê. Karmend bi bal li karmendê mirî mêze dike û dibê: “ Hûn zanin ev heval çi dibê ?

 Mele û civat dibên: “ Ma em ji ku dizanin, me ji bo wê gazî te kir lo “.

Karmend berdewam dike: “ Ev heval destê xwe daye ser wijdanê xwe û dibê elhemdûlîlah, erê deynê min deyn e. Destê din jî danîye ser xirê xwe û dibê ha ji we re ev “.

Werhasil.

 Mele dibê: “ Wey rihme li cedê te, me îcar fêm kir mirina karmend bi wate ye “.

Ev segbavên dagirker jî li me Kurdan wer dikin. Nefta me, dewlemendîya me dibin ne bes e, îcar me dikujin û destê xwe jî didin ser xirê xwe, me ji dîn û îmanê dikin. Îcar ez dibê de rabin xirê wan qehpik kurê qehpikan jêkin bikin qûna wan, bila tobe bikin ku cardin  gûyek wilo nexwin…

  Hûn wilo nekin, bi sê telaqan wê li axretê destê min bi pêsîra we ve be, ihi!

   Kurdistan

Categories
KadînQuncik
One Comment
  • Wezîr Assanî
    18 Juli 2010 at 20:02

    Wiiiiiii dine tirkan dine kuckan u sekavan e!!

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Bê çete jiyan nabe!

      Z.Brîndar Kurd milletekî ecêb in. Serok û rêvebirên Kurdan hîn ecêbtir in. Tew siyasetmedarên wan ji tevan ecêbtir in. Li şûna ku ji bo yekîtî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaza...
    • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

      Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
    • PKK û bangewazîya yekîtîyê

      Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
    • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

      Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
    • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

      M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
    • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

      Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
    • Dîko Amerîka tevlihev kir

      Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...