Dora tenûrê ji destê min çû

 

Qarda?im bi dîn û îman, bi serê Îsa û Mûsa kim ?ens û qirdê min kor e. Ev tam sal û nîvek e ku min dora xwe danîbû ser tenûra lotikvana germik û nermik Penepole Crûz. Lê lotikvanê tolaz Javier Bardem dora tenûrê ji destê min derxist û ket rêza pê?în.

Law ma ev jî ne bê?ensî û bextre?î ye babam?

Law min ji bo xatirê Penepole Crûz xanimê dev ji jina xwe berda û sê telaqên wê xistin destên wê. Min zarokên xwe avêtin ser sergo, nav kuçe û kolanan. Min ji bo xatirê wê terka her ti?tî kir. Û Penepole Crûz xanimê çi kir? Ez ji ser tenûra xwe qewirandim û xwe li ser can û cesedê Javier Bardem tapo kir û pê re zewicî. Ma ev wîjdan e gelî xwendevanan?

Werhasilî kelam, Penepole Crûz a ku bi ?ev û rojê di xewn û xeyalên min de bû, zewicî û ez tenê û sêwî hi?tim. Malnexeraba ku li ber dilê min ji mewîjên Hibabê, ji sêvên Meletê, ji tirîyê Omerya, ji zebe?ên Diyarbekirê, ji xiyarên Mêrdînê, ji hingivê Bedlîsê û ji tûtina Mû? û Xursê ?îrîntir bû, terka min kir û bi Javier Bardem re zewicî kuro!

Niha ez xwe daleqînim ne heqê min e gelî lotikvanan?

Îcar ezê çi bikim yabo iiii ihiii! Min jin û zarok jî li ser tenûra Crûz xanimê kirin, îcar ezê ji ku qelenekî din bidim ser hev û jinekê din bînim ka hûn nabêjin?

Ê law bêjinî jî zehmet e haaaaa, abor dibe û debar nabe ellawekîl.

Axir, heger we jinek bela? dît ji kerema xwe xeberê bidin xalê xwe.  Ji xwe çend fî?ekên min mane, berî mirinekê ez wan jî biteqînim û tewkelî bi xwedê..

Madrîd

About The Author