Ez bîra dixwazim

Rojekê araqvexwar û seydayek bi hev re dimrin. Pirskerên axretê wan pê?wazî dikin.

Pirskerên axretê dest bi pirsan dikin: Seyda, te li cîhana din çi kir?

SEYDA: Min nimêja xwe kir, ez çûm hecê, min zikata xwe da, rojî ji xwe karê min bû û xelas.

Pirsker: Du horiyan bidin Seyda û bi?înin bihi?tê…

Dor tê ser araqvexwar.

 Pirsker: Gelo te li dinyayê çi kir?

ARAQVEXWAR: Min li cîhanê qûndetî, qaçaxçîtî, dizî kir. Her wiha di warê vexwarinê de jî ez kêm nemam.

Pirsker: Ba? e, vî camêrî jî bi?înin dojehê.

ARAQVEXWAR: Ê ka du bîra bide min, ma di wê germa dojehê de ezê bê bîra çawa îdare bikim oxlim!  

Pirsker: Oxlim ma vira bîraxane ye kurê kerê?

ARAQVEXWAR: Bîraxane ha! Ma çima ê Seyda kerxane bû we dû horî danê ha ?

Îcar li axretê jî dilxwazî û hevalbendî heye ha gelî xwendevanan. Li gora wê hesabê xwe bikin. Xwedê zane bê ewî seydayî di jiyana xwe de çendîn caran zinêkarî kiribû. Lê ji ber ku ?a?ikek li serê wî bû û çend vir û derew ji dergevanên axretê re kir, du horî danê û ew ?andin bihu?tê. Lê rebenê araqvexwar ji bo ku rastî got, ew ?andin cehnemê.

Tembîya min li we be, li vê dinyayê jî û li axretê jî rastî hew pere dike. Heger we rastîyek got pê re deh derewan jî bikin ku xelk ji we bawer bike. Ji min gotin…

About The Author