AHA CULEMÊRGÎ WEHA HEYFÊ HILTÎNIN HA!

Berî heyamekê kûçikbavê serekê ?aredarîya Tirebzonê gotibû jibo rakirina terorê heryek ji me jinek Kurdan li xwe mahr bikin.

Lê ji e?îra Giravîyan nevîyê Simahîl axa, ev heyf ji bo wî nehêla. Jinek bi navê Derya Gumu? ji Afyon Karahîsarê anî, cil û bergên Kurdanî lê kirin û li xwe mahr kir. Ew jî têr nekir,  ?al û ?apik kirin ber wezîrê karûbarê gundan M. Mehdî Eker, destmal da destan, xiste serê govendê û dilê hemi Kurdan rehet kir, lotikek li gor dilê me li wan seg û segbavên ku digotin“ emê jinên Kurdan li xwe mahr kin“ xist.

Vêcar ez nizanim wê bûk lotikê li zava xe û bike Tirk, an wê zava wê bike Kurd ne dîyar e. Lê vê gavê me ya xwe li wan kir û me di Tirkan de bir.

Dê kerem kin û li daweta bûka Kurdan û sergovend wezîr M. Mêhdî Eker binêrin bê ka hûnê çi bêjin…

About The Author