NÊR?YÊN PÎVAZAN!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0

            Sîno serê sibê zû rabû, berî ku roj derkev e, xwe gîhandibû hala sebze da ku barê erebeya xwe dagire û berî hevalên xwe derkeve firotinê. Dema wî xwe gîhand halê, hê tu hevalên wî yên erebecî nehatibûn. Vê kêfa wî anîbû ku ew ê berî hevalên xwe ti?tên xwe bikire û derkev e firotina wan.

            Havîneke germ bû, êdî li bajêrê Diyarbekirê, dema firotina nêriyên pîvazan bû. Ji ber ku pêvazên ?în hêdî hêdî qert dibûm, loma êdî wan cihê xwe ji nêriyên xwe re dihi?t. Lê bi rastî jî xwarina wan nêriyên taze xwe? bûn. Ji ber ku nêriyê pîvazan him ji pîvazan erzantir bûn, him ji firotina wan rehet û qezenca wan

 jî ba? bû. Sîno li çend dikanan geriya li yeka ku bi erzanî li hevkirin barê ereba xwe dagirt. Perê dikandar dayê û bi kêf erebeya xwe ajot û ji halê derket. Wî berê xwe ber bi navçeya bi navê “ko?û yolu” vekir. Dema wî xwe gihand wir roj bejnekê derketibû. Ew li kuçeyekê sekinî, nêriyê pîvazan bi awayekî ba? li ser ereba xwe bi cih kir, av li wan re?and da ku xwe?ik bêne xuyakirin. Çend caran li dora xwe nerî, cixareyek pêxist bi ki?andina gulpa ewil, xwe bi xwe got. `Yarabî bila îro karê min ba? here, eger min ev barê xwe qedand ez ê bi qezenceke ba? li mal vegerim`. Cixara xwe qedand, boçika wê xiste bin nigê xwe ew vemirand. Li nêriyên avre?andî nerî ku ew dibiriqînin. Kêfa wî hat. Erebeya xwe hêdî hêdî berbi nava mehelê de dafand. Destpê kir û kire gazî:

            -Nêrî nêrîîîîîî yê pîvazan. Ha werin nêriyên taze, xwe?ik û erzan. De ha werin û werin.

            Ji ber wê qîre qîra wî kesên ku hîn di xewde bûn, ?iyar bû bûn û bi hêrs jê re gotinên ne xwe? dikirin. Her çiqasî dengê gotinên wan nediçû Sîno jî wî ev dizanî bû ku gelek ji ber vî dengê wî acizin. Lê divîyabû ku wî bikira qêrîn û hawar ku kesên ji nêriyên pîvazan hez dikirin, bi erzanî jê bikirin . Lê wê rojê di destpêkê de karê Sîno li hev nehatibû. Ji ber ku zilamekî navsale ?ibaka xwe vekir, berê xwe da Sîno û bi hêrs got:

            -Erebecî! ma êdî hûn nahêlin ku em ji xwe re razên, xwedê bela we bide. Ma em ê çi bikin ji derdê we!

            Gotina mêrik bi zora Sîno çû bû, lê Sîno yê rebenê xwedê, wê çi bikira, tîna xwe bi xwe ve ragirt, keserek veda, hinekî di berxwe de kire nûçe nûçe û bi dengekî ku kesek nebihîze got: ” Çavên feqîriyê kor bin. Ev ne tu hal e, lê em çi bikin, em vî karî jî nekin wê zarok di mal de bi ser hevde ji birçîna bimrin. Em mecbûr in gotin û xeberên kesên kêfçî ji bona zarok birçî nemînin, qebûl bikin”. Got û bi hêrs weke heyfa xwe ji mêrik hilîne û bi dengekî berztir:

            -Nêrîîîîîîî, nêrîîîîî yê pîvazan ka werinê erzanin ha. Eger hûn di xewde binînin, hûnê nikaribin van nêriyên taze tehm bikin, ha werin, weriiiiiiiiiin…

            Tav li Sîno germ bû bû, hê serfiteh nekiribû. Gazî û hewara wî bû, di wê navberê de jinekek navsala bangî wî kir û got:

            -Erebeci ha erebecî ka hela bisekin e, da ku ez çend kiloyan ji mêrikê xwe re bikirim. Mêrik ji xwarina nêriyên pîvazan gelekî hez dike.

            Sîno bi kêf li jinikê nerî, hema di cih de sekînî û got:

            – Were xu?kê were, wele tu îro ji van nêriyên min erzantir nêriyan nabîne. Taze, xwe?, ?êrîn û delal in.

            Jinikê xwe gîhand ba Sîno li nêriyên pîvazan nerî, çend hep ji cihê wan livand, li Sîno nerî û got:

            – Kiloyan wan bi çi ye?

            – Lîrayek e, wele erzan e, tu ji van erzantir jî nabîne!

            Jinikê hema di cih de got:

            -Wîîî rebena xwedê me. Ma êdî em ê nikaribin nêriyên pîvazan jî bikirin da ku mêrikên me bixwin. Ev çi ecêb e. Gelo erzantir nabe?

            Sîno hinekî aciz bû, bi awûreke ters li jinikê nerî û bi dengê bilind got:

            -Nabe, nabe, here û te ji van erzantir dît, were ez ê hemûyan bela? bidim te.

            Jinika reben, ji ber wan awirên Sîno tirsiya, ji wî bi dûr ket. Ew çû û ji çend erebeciyên din jî bihaya wan fêr bû ku bi rastî jî yên Sîno yên herî erzan bûn. Loma dîsa li Sîno vegeriya û got:

            -Lawo wele metika te nikare bi dû erzaniyê bikev e. Hema ka du kîloyan bide min. Hinekî biha ye, lê xem nake!

            Sîno yê xulk teng, carna dikarîbû ji bona kîloyekê, barê erebeya xwe birjîne. Carna jî ji bona ti?tekî ne hêja, wî dikarîbû zerareke mezin bide xwe. Sînoyê henekçî, devli ken, dema ji hinan hêrs dibû, ew zû bi zû efû jî nedikir. Loma wî dîsa bi awûreke sert li jinikê nerî, hinekî di berxwe de mizmizî û got:

            Wele ez nafroþim te nêriyên pîvazan

            Te ne bir mal û dananî ber mêr û zaroyan

            Ez ê nebim sebeb ku mêrik ji te re bêje aferim

            Ji ber tunebûna nêriyan bila mêrê te

            Bide bin çenka te çend boks û daran.

            Jinika reben, bi awayekî ecêp li Sîno û wan gotinên wî guhdarî dikir. Nema dizanîbû çi bikira, hema wê jî kire nûçe nûç û di berxwe de got:

            – Bi xwedê ev mêrik dîn bûye.

            Her çiqasî di ber xwe de ew gotin got, lê dengê wê çû Sîno, wî wan gotinên metika(!) xwe bihîst. Heger mêr ba wê çend boks lê daba. Lê ji ber jinek bû, ew nekir, keserek veda, cixareyeke xwe pêxist û…

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: