Hem model hem DJ

Modela germik û nermik, bedewa agirpêketî xanim Emîly Scott, pi?tî modê niha jî dixwaze bibe DJ û dest bi muzîkê bike.

Hûn zanin, ev model û manken pir tima ne. Ne ji peran têr dibin û ne jî ji nav û deng. Hema çend qirû? li ku hebin, hew we dît dest avêtin wê derê jî û xwe kirin wek golik û nogonên be?.

Emîly Scott xanima doxînrizyayî di vê derbarê de silavek da me û got: “ Ma çima cîgerim, perekî ba? di DJ tî û muzîkê de heye. Divê ez xurcika xwe dagrim ji bo ku ez jî wek rojnama Rêya Teze û wek Lotikxanê li parsê negerim, destê xwe ji kesekî re venekim“ û lotikek li me jî xist.

Me ji xanimê pirsî ka gelo ewê çend qirû?an alîkarîya rojnama Rêya Teze û Lotikxanê bike yan na, xwedênehi?tê bi awirek tûj bersiva me da:

„De bicehime lo, heta ez çend qirû?an didim ser hev qû? li min diqete, tu doza alîkarîyê dikî. Law hikûmeta we heye, Kerkûk a we heye, ser û binê axa we petrol e, herin ji xwe re çend bîdon û galon petrol bidizin çêtire“ û berê me da dizîya petrola Kerkûkê.

Werhasilî kelam, Emîly Scott xanim destê alîkarîyê dirêjî me nekir. Li ?ûna çend qirû?an çend wêneyên xwe wek diyarî dan me babam. Aha hûn lê dinerin nanerin hûn bi qîma xwe ne…

 

About The Author