Jeremy Macadie dixwaze bibe mamê Kurdan

Konsolosê Brîtanya yê Hewlêrê Jeremy Macadie, çavê xwe berdaye kursîya Mam Celal û ji niha ve dixwaze bibe mamê Kurdan.

Li ser bextê rojnama ?erqulewsed be, dibêjin Jeremy Macadie hevpeyvînek qerase daye rojnama ?erqulewsed û çend lotikên balkê? avêtine.  Jeremy Macadie, gotiye ku ew pir ji xwarinên Kurdî yên wek dolmik, serûpê, kutilk û rovîyên he?andî dike û ji van xwarinan têr nabe.

Jeremy Macadie, di hevpeyvînê de gotiye:“Ez dixwazim ku Kurd ji min re bêjin – Mam Jeremy“

Mam Jeremî herweha gotiye ku ew dixwaze heta bi mirnê li Hewlêrê konsolostîyê bike û ew naxwaze dev ji Kurdistanê û wan xwarinên xwe? berde. Jeremy Macadie herweha gotiye ku welatê wî Brîtanya di dema Osmanî de Kurdistan dabe? kiriye û kiriye çar parçe, lê di vê dabe?kirinê de sûcê mezin ê Kurdan bû ji ber ku Brîtanya dixwest Kurdistanek serbixwe damezrîne û Osmanî parçe bike, lê Kurdan xwe û welatê xwe kirin bi qurbana îslamê û dek û dolabên cewrikên dewleta Elî Osman.

Ez serê we neê?înim, Jeremy Macadie ji Kurdan û nexasim ji xwarinên Kurdî pir hez dike gelî xwendevanan. Lê mesela ku ew dixwaze em jê re bêjin „Mam Jeremy“ ?ik û gumanan di serê min de çêdike ku wî ji niha ve çavê xwe berdaye kursîyê Mam Celal ellawekîl.

Yaw ma heta mamê me Mam Celal sax be, em ji kesekî din re dibêjin „Mam“ kaka? Ma heta Mam Celal bû mamê Kurdan hindik elok xwarin baba, wî!

Îcar Mam Jeremy haaaaa!?

Ka hinekî bêhna xwe fireh bike oxlim, ka berê çend tenûr nan, çend dist dolmik û kutilk, çend ton serûpê û hezar kîlometro rovîyên he?andî bixwe û pi?tre doza mamîtîya Kurdan bike cîgerim, wey!

Axir, ji kerema xwe bero?ek kutilk, serûpê û rovîyên he?andî ji Mam Jeremy re bi?înin gelî xwendevanan. Her me nikarîbû bi bapîrên wî yên Ingilîz, qe nebe em heyfa parçekirina Kurdistanê ji Jeremy Macadie hilînin we go çi!?

Hewlêr

About The Author