Siphan ji navê xwedê re!

Min bi xwe nedîtiye ku guhertina makzagonek fa?îst bibe „fa?îst“ bavo. We dîtiye gelo?

Makzagona ku Kenan Evrenê Arnawût di 1982an de çêkir ji %100 makzagonek fa?îst e. Heger kes bêje na, bela ji min re derkeve meydanê û bela qûna re? û spî e?kere bibe.  Lê guhertina vê makzagona fa?îst çawa dibe „fa?îst“ min ew fêhm nekir.

Li ser bextê ANF be, de binerin bê Hevseroka BDP xaltîka me Gultan Ki?anak, di axavtina grûpa partîya xwe de çi gotiye.

Gotiye: „Makzagona ku Erdogan dixwaze di 12 Îlonê de biguhere û makzagona ku Kenan Evren pê?kê?î xelkê kiribû heman ti?t in. Wê roja 12 Îlonê asta boykotê ji asta erêkirinê zêdetir be. Wek xelkê temamê Tirkiyê emê di wê rojê de qerta sor pê? vê makzagona fa?îst bikin“ filan û fîstan.

Fesiphan allaaaaaaaa!

Yaw guhertina makzagona Kenan Evrenê fa?îst  çawa dibe makzagonek fa?îst xaltîkê?

Tirr li kuuuuu û das li ku yaw? Yaw Kasimpa?alî Reco dixwaze wê makzagona fa?îst hinekî biguhere û doxînê li wê makzagona fa?îst sist bike, tu radibi ji helwesta Erdogan re dibêji „fa?îst“, ev çawa dibe? Ma guhertina makzagonek fa?îst fa?îzm e yan antî fa?îzm e xaltîkê?  Ev çi lotikên kesanedî ne ey hawaaarrrr!

Law MHP naxwaze qanûnên Arnawût Kenan bên guhertin, CHP naxwaze, Ergenekoncî naxwazin, Kemalîst naxwazin, seg û kûçikên Tirkiyê naxwazin, ê law çi bi Kurdan ketiye go dibin ?irîkê van çeqel û keftarên Tirk babam?

Na na, a herî ba? bela hinek Kurdên me wêne û posterên Kenan Evren li malên xwe daliqînin û xelas. Yan na mesele safî nabe ellawekîl…

Amed

About The Author