Mêro cîhgirê MÊHDÎ ye bavo!

Xuyaye ev jî nexwe?îyek e. Hema çi kesê ku hinekî bi eraqa serokatîyê serxwe? dibin, yan xwe dikin pêxember, yan xwe dikin cîgirên pêxemberan û yan jî ha?a min hizûr, tew namîne ku bêjim “em xwedê ne” jî. Nexwe?îya serokên nexwe? jî ev e. Ji vîrûsa AÎDS û ?ewba mirî?k û berazan jî xerabtir tîne serê wan ellawekîl.

De binerin bê serokê olî yê Îranê Ayetûllah Hamaney çi gotibe ba? e.

Ayetûllah Hamaney, di axavtina xwe ya siyasî de lotikek bergîlkî avêt û behsa hatina MÊHDÎ kir.

Hamaney di axavtiba xwe ya siyasî û ?iroveyî de got:”Her sê jinên min ji min berdayî bin, ez bi serê Hesen û Hisên kim, hatina MÊHDÎ nêzîk bûye. Divê dinya îslamê li dijî dewletên rojava çekên xwe bikin yek. Herweha dîsa her sê jinên min ji min berdayî bin, ez cîhgirê MÊHDÎ me” û bêhn bi ser xwe xist.

Hûn dibînin ne?

Tew nemaye ku mêro bêje “ez MÊHDÎ me” ha!

Kuro oxlim, ma ji te pêve kes nemaye ku bibe cîhgirê Mêhdî hey nizanim çi? Ma law ev 3-4 sal in xebatkarên Lotikxanê di dora cîhgirîya MÊHDÎ de ne, ha îro xalê MÊHDÎ bê, ha sibê bê. Ma wilo rehet û bela? e tu bibî cîhgirê xalê me MÊHDÎ ha?

Werhasil, ba?e ku Hamaney rasterast negotiye “ez MÊHDÎ me” law. Tew ji xwe hinek ji serokên me hindik mabû ku xwe têxin ?ûna Îsa pêxember ellawekîl.  Êêêêêê, nexwe?î nexwe?î ye qurban. Ha li Kurdistanêêêêêêê û ha li Îranê!

Mahabad

About The Author