TINAZ

 Oral Çali?tar û Denîz Gezmî? di hebsa Mamak ê li qawî?ên cihê de dimînin.Hevalek ji yên qawî?a Denîz di gurçikên wî de kevir hene. ?evekê seet di duduwan de kevirên gurçik zorê didinê û qolincan dikê?e. Herçend heban didinê jî lê çi faydê jê nabîne.

Di wê navberê de ji ni?kava Oral tê bîra Denîz û dixwaze tinazan pê bike.  Denîz  qardîyanan eyar dike, nîvê ?evê jibo tinazekê diçin Oral Çali?lar ji qawî?a wî ji xewê ?îyar dikin û tînin qowî?a Deniz.

Oral dinere yek li erdê xwe digevêze. Deniz û çend kesên din jî li dorê sekinîne. Denîz ji hevalê xwe re çav dike û ji Oral re dibê:” Di gurçikên wî de kevir hene, zêde zorê didinê”

Oral :  “Ma ez çi bikim, ez ne doxtor im birê min!”

Denîz : “Ne tu Maoçî yî, li Çînê van nexwe?an bi akûpûnktûr tedawî dikin. Tu jî wî bi akûpûnktûrê tedawî bike” û tinazê xwe pê dike.   

Ê helbet heta Oral Çali?lar meselê fêhm dike, hasil di Mûsilê re derdikeve. Denîz Gezmî? bi vî awayî lotikekê li Oral Çali?lar dixe tirrê ji Maocîyan berdide.

About The Author