Evren li axretê çi bersiv da?

Dibêjin diktatorê cûnta 12 Îlonê Kenan EVREN mirî ye. Û berê xwe daye axretê.  Li axretê deftera wî ya amel vekirine û dest bi pirsîyarîyan kirine. De ka em binerin bê pirsîyarî çawa dom kirîye û çi lotik li Arnavût Kenan xistine .

–         Te ew gelê ku Xwedê teala bi navê Kurd afirandiye înkar kiriye, te zimanê wan qedexe kirîye, te gotîye “ ev gel Tirkên çîyayî ne, pê li berfê kirine,  dengê kart-kurt derxistine, ji ber wê gotine Kurd “ rast e ?

–         Bi vebirî ev ne rast e, bêbextîyan li min dikin. Netekim min wisa bigota Kurdan di referandûmê de ji sedî nod dengê xwe nedidan min û ez serokkomar nedihatim hilbijartin ne wisa?

–         Te zarokên bê guneh ên çepgir daliqandine, ma rast e xiyar ?

–         Netekim ku ev rast be pi?tî 30 salî ji bo darizandina min rê vekin makezagonê diguherin, hemi rêxistinên cepgir çawa dibêjin NA ?

–         Te hemi kedkar û karker perçiqandine, te sendikayên wan qedexe kiriye û girtîye, ma rast e yan na kundir?

–         Na ev derew e, netekim ku  min wisa kiriba çawa di serî de D?SK û hemi sendikayên din li dij  guhertina benda 15’ yê makzagonê derdiketin û digotin NA ?

–         Te rew?enbîr û ?ore?gerên Kurd avêtine zîndana Amed’ê. Te li wan zilm û ê?kence kiriye. Heçê sax ketinê mirî derketine, rast e yan na, tuyê ji vê re çi bersivê bidî oxlim ?

–         Tobe ji binî ve derew e. Netekim bi wî awayî ba partî û rêxistinên Kurdan (BDP-PKK) guhertina makzagonê boyqot nedikirin û wê destek bidana referandûmê ji bo ez bên darizandin.  Haaaa, ma nayê bîra we ku Ocalan hîna wê demê di konferansa zîndanê de gotibû “ ev serhildana we ya zîndanê  ji bo xwarina tasek qurî fasûlîya zêde bû ha? “ Ev jî diyar dike ku ez bê sûc im ne wilo ?

–         Te di daxuyanîya kovara Der Sipiegel’ê de gotiye “ Kurd nikarin ji me ti?tekî bitsînin. Emê vê pirsgirêkê ji binî ve bikolin. “ Kurdên li dij we derketine, we avêtîye zîndanan, we lê ê?kence kiriye. Tuyê çi bibêjî Arnavût ?

–         Netekim  ev rast ba, îro partîya BDP û rêxistina PKK li dij guhertina sazîyên me HSYK û AYM ‘ê dernediketin! Ev sazî ne diparastin ne wisa ?

–         Tu Kemalist î, Kemalîzm dijminê gel e û felsefeya xwe fa?îzm e. Te bi navê Ataturkçîtîyê li Kurdan zordarî kiriye; rast e yan na ?

–         Ev jî derew e, netekim  Ocalan bi xwe dibê “ Ataturk mirovek pozitivist bû, dixwest ku mixtarîyetê bida Kurdan.” Niha ew bi xwe pesnê Ataturk didin, hûn ji min bawer nakin ji sîyasetmedarên Kurd E.Ayna, H.Kaplan û ji A.Tu?luk’ê bipirsin; naxwe Ataturkçîtî ne ti?teki neçê ye ne wilo?

Heyeta pirsîyarîyê ji bo nirxandin û bîryardayînê kete ?êwr û mi?êwrê. Li ser rapor û istixbaratên melaîketan genge?î kirin. Pa?ê bîryara xwe rave kirin.

BÎRYAR: Rew?a ku anha parti û rêxistinên Kurdan (BDP-PKK) tê de ne, helwesta ku li dij guhertina makzagonê girtine; kif? dike ku K.Evren “ bêguneh e “ qinyata me pê hatiye. Gilîyê çepgir û Kurdên ku di referandûmê de bibêjin ERÊ ne li cîh e û îftîra ye. Heyeta me bi “bêgunehbûna” Evren bawer e, bi rewa dîtina me wê Evren biçe “ bihu?t “ê û 70 horîyên 80 salî bibin para wî!…

Madem ku Evren li gora tevgera we, li gora helwesta we çûye bihu?tê, ez jî ji “ çepgirî û Kurdayatî “ ya we îstifa dikim. Bila di bihu?tê de jî em neyên ba hev, ji min dûr nêzî Evren bin lo….

About The Author