Keroooo, tu niha tê gihi?tî em ji bo çi boyqotê dikin?

Heso mirovek tiraneker / henekçî, kêfçî û rastgo ye. Hema hema li Culemêrgê têkilîyên wî bi herkesî re hene. Lewra BDP yî yan bi awayekî kirine hevalê xwe û bi sembolîk wezîfeyek jî dayînê. Lê Heso bi piranî diçe qahwa  ku hevalên wî yên sohbet û henekan lê dicivin. Li wir hev dibînin, hem okey dilîzin û hem jî henekan bi hevdu dikin.

Pi?tî rapirsîn /referandûm ket rojevê, navên hev jî guhertin, AKP yî yê herî djjwar Nejdet e  lê ew jê re dibêjin „ ERRRRRRIK! CHP yî yê herî dijwar Cengiz e lê  ew jê re dibêjin“NENE, NANA! Ji Heso re jî dibêjin „ BOYQÎÎÎÎÎT! Herçend wusa xuya bikin jî,  lê hemu jî dixwazin qanûn bên guhertin, Dema biçin ser sindoqan wê hemîijî bêjin erê.

Nejdet ji Hesore dibêje:“ Boyqîîîîît, hûn jibo çi naçin ser sindoqan babam?“

Heso: „ Kuro ne ez tum dibêjim ev ker e, lê hûn ji min bawer nakin. Ma niha ev jî pirs e? Xelk çend diçît, bi aqil dibit, ev kerê me her dibite ker û didomîne. Niha li vê Culemêrgê kesê ku xusar ji van qanûnan ne dîtî heye?

Hemi bi hev re dibêjin naaaaaaaa!

Heso: „Kesek ku guhertina wan qanûnan nexwaze heye?“

Hemiyan bi hev re naaaaaaaa!

Heso: „ Ê ba? e kero,  ma em biçin ser sindoqê emê nebêjin erê ?“
Hemi bi hev re belêêêêêê!

Heso: „Aha partîya me ji vê ditirse, lewma boyqot dike û nahêle em biçin ser sindoqan. Lê ku niha em biçin ser sindoqan, ewê bêjin tu xayînî. Kerooooo,  tu niha tê gehi?tî em jibo  çi boyqot dikin ha?“ 

About The Author