Bi ya xalê xwe bikin û 100 salî bijîn

Hoste û mamosteyê “YOGA” yê Swamî Yogananda yê 101 salî, li Almanya bajarê Hambûrgê serdana navenda yogayê “Kunst des Lebens – hunera jiyanê” kir û silavek da civata hazir.

Pi?tî civîn qediya, xalê me Yogananda serdana ofîsa Demokratîk Lotikxane Partîsî jî kir û serketin ji xebatkarên Lotikxanê re xwest. Xalê me Yogananda, bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwar ku Lotikxane li çiyayên Hîmalaya jî tê xwendin û mîzah-sîyaseta ku Lotikxane dike îlhamek mezin dide teknîn û stratejîya “yoga” parêzan.  

Xalê me Yogananda ji bo jiyanek dirêj û tendirustîyek ba? ev ?îretên li jêr li xwendevanên me kirin:

1-     Ji bo xebitandina rista bedenê, serê sibehê lîmonê têxin nav ava germ û vexwin.

2-    Berî ta?tê bacanên sor (firingî) bixwin.

3-    Ji go?t û masîyan birevin, xwe nêzîkî xwarina go?t nekin.

4-    Xwe ji ?ekir û xwê dûr bixin, yan hîç yan jî pir kêm bi kar bînin.

5-    Cigare û alkolê bi kar neynin. Di ?ûna cigare û tûtinê de rîxa çêlekan bêhn bikin ba?tir e.

6-    Rojê bi kêmanî 6 seetan razên. Lê ku hûn rojê 24 seetan razên helbet ba?tir e ji ber wê gavê hûn nakevin stresê û ji te?qela dinyayê bi dûr dikevin.

7-     La?ê xwe bi dohnê kuncîyan bifirkînin (masaj bikin). Lê ku hûn la?ê xwe bi mîza bergîlan bifirkînin jî dibe.

8-    Heta ji we bê xwe ji stresê dûr bixin, stresa di la?ê xwe de di serê xirrê xwe de kom bikin û bipijiqînin der, xwe ji temamê stresê azad bikin.

9-    Rojê bi kêmanî 45 deqîqan yoga bikin. Lê ku we di ber yogayê re çend tirr û fiss kirin hê çêtir e.

Werhasilî kelam, xalê me Yogananda 9 ?îretên qerase li me kirin. Yogananda bi serê Mao Zeytûn sûnd xwar ku kesên van her 9 ?îretên wî têxin serê xwe û pêk bînin, wê bi kêmanî 100 salî bijîn.

Ji me gotin heyran. Hûn ?îretên xalê me Yogananda pêk tînin yan naynin, ji xirrê Barack Obama ve û hûn sax…

Almanya

About The Author