CEH

HORDEÛM  VULGARE

Ceh riwekek (nebatek) ji malbata geniman e. Bejna wî jî wek ya genim,  qamî?ek zirav, narîn û nav vala ye. Lê bejna wî hinekî ji genim kintir e û li ser her liba tovê ceh 5-8 qesel (pû?-qamî? ) radibin. Fêkîya wî jî wek ya genim e. Di serê gupika qeselê de simbilan (gû?î ) dide û ji wî fêkiyê di?ibe genim re “ceh“ tê gotin.  

Welat û dîrok : Makwelatê wî Mezopotamya ye. 10.000 sal berê çandinîya wî li Mezopotamya hatiye kirin. Ji wir derbasî Misrê û welatên din bûye. Lêkolîner dibêjin ku dîroka wî texmînî digehije 12.500 salan. Niha li her deverê dinê ji bo derman, bîra, xwarina mirov û heywanan tê xebitandin. Welatê herî zêde lê tê çandin Kanada, Rûsya, Amerîka û Ûkranya ye.

Têdahîyên ceh : Ni?aste, proteîn, salanyûm, potasyûm, fosfor, rûnên eter, hesin, manganes, vîtamîn B1,B3, B6 û hwd.

Bikêrhatinên ceh: 1- Edavên (kûrmîbûn ) mesanê û rêyên avrêjê diqulipîne 2- Destavê zêde dike 3- Ji bo avêtina kevir û xîzên nav gurçikan dibe alîkar 4- Pê?îya mezinbûna prostatê digire 5- Pê?îya vere?înan digire 6- Ê?ên qirikê kêm dike, edavên ziman ji holê radike 7- Hestîyan bi hêz dike 8- Zixtê (tansîon ) bilind dike 9- Ji bo kuxuk û zihabûna qirikê bi kêrhatî ye 10- Sîstema givirandinê (mehandin-hezim ) dixebitîne 11- Rovîkan nermd dike, ji bo nexwe?îya ?ekir bi fayde ye 12-  Bedenê bi hêz dike û bêxwînîyê hiltîne.

Di derbarê ceh de Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: “ Heke ceh bi sirkê ve bête bikaranîn û li ser brînên gurîbûn û bîrovan bê danîn, wê faydeyek mezin bide. Wê pê?îya serê? û qirikê?ê bigire”.

Prof:Dr. Adnan Saracoxlû dibêje: “Heke em bibêjin faydeyên ceh ji nûve tên kif?kirin nabe direw. Têde madarek zêde proteîn, mîneral û vîtamîn B1, B3 , B6 û hwd hene. Gelek xwedîker e. Li hember bêxwînîyê pir bi bandor e. Ji bo kesên qebiza kronîk pê re heye pir bi fayde ye. Tansîyona daketî bilind dike. Hestîyan bi hêz dike. Peluka ceh ya bi xwê, ji bo ê?ên movikan û ki?il (kils- kirêç ) girtinan pir bi kêrhatî ye, pê?îya mezinbûna prostatê digire”.

Bikaranînên ceh : 1- Çaya ceh 2-Ava ceh 3- ?orba ceh

1-Çaya ceh: Hinek qesebên (pû? –qamî?) ceh hûr bikin û biqutin. Ji wî pû?ê qutayî 2 kevçîyan bikin nav firaxekê, hinek beybûn, hinek do?avê (dims) bikin nav û qedehek avê berdin ser.  Bila bikele û rojê 3 kevçîyan jê vexwin.

2- Ava ceh: Kulmek ceh bi ava sar bi?on û bikin nav firaxekê. Pa?ê 3 qedehên avê berdin ser bila 20 deqîqan bikele, 20 deqîqan jî di demê de bihêlin. Pi?tre biparzinin û berî xwarinan qedehek çayê jê vexwin.

3-?orba ceh: Ji bo qebizbûnên kronîk ba? e. Kundirek biçûk hûr bikin, kulmek cehê kelandî, hinek ava bacanan, îsot, rûn û li gor dilê xwe baharatan bikin nav, bikelînin û bixwin. Pî?tî saetekê fincanek çaya rizyane (meyane) vexwin

About The Author