Dinya ye!!!

Xwendevanên lotikxanê, hûn ya rastî bixwazin divê em hemû kesên ku di lotikxanê de  dinivîsînin wê weke navê wê bi kar bînin û li gor gotina wan ”lotikên germik û nermik” bavêjin. Lê divê di van lotikan de ê?andin, rençîdekirin, pîskirin, xerab rêdan û bi ti?tên ji mirovantiyê dûr bi dû kesan nexin. Ji ber ku kes û kesayetî civatê dixuliqînin. Kes û kesayetî reng û dengê civatê ne. Lê kes û kesayetî bê kêmanî jî nabin. Loma divê em jî weke mirov, kes, rew?enbîr, nivîskar, hunermend û hwd. Xwedî li kesên ji bona gelê xwe kar û xebatê dikin, derkevin. Li ser navê rexneyan, devavêtin û bi tenê kêmaniyên kesên ku ne ”hevalê” min e, mirov qet û qet bi pê?nakev e. Rêya pê?ketinê, bi camêrî û dilsozî xwedî li kesên ji bona gelê xwe kevirekî dide ser kevirekî derketandin e. Aha ku em vê nekin wê demê em ê kevir li çongên xwe xin.

Lê hîn jî  çanda ku ji bona pê?veçûn û alîkariya kesan bi rexneyên dilsozî bêne kirin, di nava me kurdên bakur de rûneni?tiye. Em weke salên berê, bi çavgirtinê li hev mêze dikin, di bin tariya wî paçê li ser çavên xwe, em çawa dibînin wê dibêjin ango dinivîsnin. Lê em nafikirin ku di bin wî paçî de mirov ba? nabîne. Aha ?a?iya ku em dikin yek ji ev e. Ya din ji gelek kes tenê fêrî pesnê heval û hevalbendên xwe bidin, bûne.  Nabînin û naxwazin bibînin ku gelek mirov, zana, jêhatî, kêrhat, durust û camêr jî hene ku ew jî ji bona gelê xwe di nava xebatê de ne. Aha ya xerab ev e.

Hin kes û kesayetî di demên xwe de ji aliyê gelek mirovan de hingî pesnê wan dihat dayîn, bê bask bi ezmanan dixistin, lê îro gelek ji wan ji bona berjewendiyên xwe yên ?exsî wan kesên ku wî bi xwe jî bi ezmanan xistibû, weha jî dadixe. Lê nayê bîra wî ku wî di dema xwe de çiqasî pesnê wî/ê dida û ji bona ew kes zerarekê nebîne bê çawa çahd dikir. Loma dibêjim; Divê mirov tim do û îro bifikire ku ew kesê ku mirov di derheqî wî/ê de berê çi gotibû û niha çi dibêje. Heger weha nebe, ew kesên vê dikin wê neba?iyê bi xwe bikin.

Dema mirov xwest rexneyekê li kesekî/ê bike divê me re berê ba? li ser wî camêr û canikê bifikire, raberdûyên wî/ê bîne ber çavên xwe. Li ser ba?î û kêmaniyên wî/ê rawest e. Wan bide ber hev ku kîjan ji wan zêde be, divê mirov wê ji bona wî/ê bi karbîne. Nabe ku mirov kesekî/ê ?exsiyetekî/ê bi ?a?iyek ku mirov li gor xwe dibîne an jî bi helwesteke dijminane wî/ê gunehbar bike. Heger em weha bikin; Aha wê demê em ê xerabiya mezin bi gelê xwe, bi raberdûyên xwe, bi hevalên xwe, bi kesên ku ji bona gelê xwe di nava kar û xizmetê de ne û bi xebatên xwe yê salane û bi sexsiyeta xwe bikin. Ji ber vê yekê ye ku dibêjim; di dinya modern de divê em kurd jî hinekî xwe modern bikin. Bi modernî li xwe, li hevalên xwe, li der û dorên xwe binêrin. Aha wê demê em ê hemû bi hevre û herkes di babetên xwe de bi serkevin.

Îcar gotina min û mebesta vê nivîsê bi teybetî ji bona nivîskar û xwendevanên Lotikxanê ye. Gelek mirovên hêja û xebatkarên gelê xwe di virde ti?tên ku heq nekirine li wan têne kirinê hene. Gelek ti?tên ku divê neyê gotin ji bona kesên weha têne bi karanîn. Aha ya xerab û fêdê nade kes û kesayetiyan, fêdê nade wan kesên ku vê dikin bi xwe jî, ev e. Loma rica min ji hemû xwendevan û nivîskarên Lotikxanê ew e ku divê êdî ti?tên weha û neheqiyên mezin nekin. Heger em bixwazin weke civat bi pê?kevin, divê em ji hevre bibin alîkar, em kêmaniyên hev bi dilsozî û ji bona ba?iyê bêjin. Em ba?iyên hev bipesînin. ?a?iyên hev bi dilsozî û ji bona pê?ketinê rexne bikin. Aha serketin weha dibe.

 Êdî hûn dizanin, herkes bila destê xwe bide ser wîjdanê xwe û li gor wê bêjin û binivîsînin.  Loma dibêjin dinya ye. Em îro henin, ber xwe didin da ku ji bona gelê xwe ti?tekî ba? bikin, lê gelek ti?tên ku li bejna me nayê li me dikin, sibê em ê herin ango koç bikin, vê carê jî wê me bi kefenên zêrîn bipêçin. Divê ev herdu jî nebin. Ya rast ew ku divê em ji ber gotinên xwe tu caran fedî nekin. Ji ber gotin an jî nivîseke berî pênc salan hatibe gotin û nivîsandin, divê em jê ?erm nekin. Dîrok tu ti?tan ji bîr nake. Ked û xebatên herkesan wê bê nivîsandin…

Bi hêviya lotikxaneyeke ba?tir, xwe?tir û dewlementir.

Silav û rêzên min ji bona hemû xwendevan, karmend û nivîskarên lotikxanê ku lotikan ji bona gelê xwe davêjin, hene. Heta ji min bê ez ê bi çîrokên ”Sîno bû efendî” li gel we bim…

About The Author