Wê çi ?êwirmend jê derkeve, heheyyy!

Birastî ez nema zanim ne bikenim û ne bigrîm. Feqîrê ?emoyê me (?emdîn Sakik lo) 18 salan li serê çiyan ma, di nav mar û dûpi?kan de raza, bi xwarina ?orbe û pîvazê virikî bû û dawîya dawî hat ket zindana Diyarbekirê û bi xortanîya xwe ?a nebû.  De xwedê ahê wî ji kesî re nehêle rebbî…

Li ser bextê çapemenîya Tirko be, dibêjin ?emoyê me raporek ji 40 rûpelî ji Miste?arê Ewlekarîyê Mûammmer Guler re ?andiye û pê?niyaz kiriye ku jê re bibe ?êwirmend.

Dibêjin ?emoyê me rapora xwe bi hevalê xwe Tûncer Gunay re ji Mûammmer Guler re ?andiye, gotiye û bilandiye. Li gora ku nivîskarê rojnameya Takvîm Zafer ?ahîn nivîsandiye, ?emoyê me ev pê?niyaz li Mûammmer Guler kiriye.

 – Wek rêveberekî PKK 18 salan li herêmê mam. Ez rêyên herêmê wek nava destê xwe dizanim.

– Haya min ji her lîztikên pi?t perdê yên li Iraq û herêmê heye. Ez karim vêna bi be?ên îstîxbaratê re parve bikin.

– Ez karim bêjim bê çawa êrî? diçin ser qereqolan û îstîxbaratên biyanî çawa bi PKK re kar dikin.

– Di derbarê rêdana Kurd, po?manî û amadekirina zagona po?manîyê de karim ji girtîgehê bi telekonferansê agahdarîyan bidim.

– Heger bê xwestin, ez karim wek ?êwirmendê Miste?arê Ewlekarîyê jî bixebitim.

Û filan û fîstan…

Dibêjin niha biryar di nav herdu lêvên Mûammmer Guler de ye. Heger Mûammmer Guler bêje „temam cîgerim“, wê ?emoyê me bibe ?êwirmendek ji ?êwirmendên dewleta Tirko.

Wey weledddd xalê ?emo!

Law ma tu ê vî halî bû cîgerim?

De îcar ka bêjin gelî xwendevanan:

Gelo em bi halê ?emoyê xwe bikenin yan em bigrîn?

Hûn çi dibêjin?

Amed

About The Author