Apo apo apê me, tu yî Be?îkçî yê me!

Hem di nav Tirkan de û hem jî di nav Kurdên bakur yên îro de kêm kes wek Îsmaîl Be?îkçî gunikre? derdikevin. Boxê berana, insanê insan, heqparêz û Kurdperestê Tirk Sosyolog Îsmaîl Be?îkçî, dîsa raserî lotik û neinsanetîya sawcîyên dewletê hat. Lê apê me, apê Kurdan Îsmaîl Be?îkçî, wek hercar serê xwe ji sawcîyên dewletê re xwar nekir, dîsa got “Kurd”, dîsa got “Kurdistan”.

Kuro bela piranîya serok û  siyasetmedarên me xulamtîya ferek gunikê te bikin apê Îsmaîl! Ez bi serê te kim tu kurê bavê xwe yi, te ?îrê helal mijtiye û hew.

Çima ku di nivîsek xwe de li ser mafê çarenûsa gelê Kurd nivîsandibû, sawcîyên dewleta virqo dîsa bela xwe li apê me Îsmaîl Be?îkçî xistin û doz lê vekirin, ji 7 heta 15 salan ceze jê re dixwazin. Di dema îro de ku pirsa Kurd û Kurdistanê qada navnetewî jî derbas kiriye û gihaye hîm, roj û marsê, sawcîyên dewletê hîna jî wek hespên ku berçavka ?evê li ber çavê wan e der û dora xwe nabînin, wek keran kerr û lal in nabihîzin û guhên xwe ji rastîya Kurd û Kurdistanê re digrin.  Di dema ku heta bi serokkomar, serokwezîr, mi?k û pisîkên Tirkiyê jî rastîya hebûna pirsa Kurd qebûl dikin, sawcî hîna jî li ser sergoyan ji xwe re bi heftokan û xar û qirû? dilîzin û înkara Kurd û Kurdistanê dikin. Lê apê me Îsmaîl Be?îkçî tirr di wan de kir fissssssssssssssssss, di dadgehê de da bin dûvê wan û dîsa got: “Kurd û Kurdistan heye min di we kirino” û qû? li wan qetand.

Apê me Îsmaîl Be?îkçî ji sawcîyê 11. dadgeha giran re gotiye:

“Dev ji van çîrok û çîvanokên Elî Osmankî berdin sawcî begefendî. Qa?o Tirkiye dixwaze di Rojhilata Navîn de bibe serok û xwedî gotin. Lê xeyalan nebînin cîgerim, heta Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser neke nikare tu gûyekî bixwe” û wek mirî?ka gêj anîye serê sawcî.

Pi?tre apê me Be?îkçî, boxê berana, kilê çavê insan û insanetîyetê gotiye:

“ Sawcî efendî, oxlim, parçekirina Kurd û Kurdistanê bûyera herî girîng a Rojhilata Navîn e. Di vê derbarê de mafê axavtinê yê zanîngeh, medya û nivîskara ye. Doz û lêpirsîna sawcîyan ji korkirin û astengkirina ramana azad pê ve ne tu gû ye” û daye bin dûvê sawcîyê dewleta virqo.

Ez serê xwe, we û serê apê xwe Be?îkçî neê?înim, xwezî yekî wek Îsmaîl Be?kçî bibûya serokê Kurdên bakur û hew.  Law serokên me îro daketine xi?xi?ê û Kemalîzmê diparêzin, lê gunikre?ê Tirk Îsmaîl Be?îkçî zêdeyî 30 sala ye Kurd û Kurdistanê diparêze û gavekê bi ?ûnde navêje. Hem jî di ber doza Kurd û Kurdistanê de jiyana xwe di zindanan de derbas kir haaaa..!

De îcar bêjin qurban:

Ma serokatî ne layiqî Îsmaîl Be?îkçî ye babam?

Stenbol

About The Author