CEZAYÊ AXAFKÊ

Ebdilayê ?ero ê Jîrkî rêya wî dikeve Sowara Xelê (Suwarî Xelîl).  Camêrek Hemkî jî li Sowara Xelê bi tirpanê gîya didûrit (diçinit-diçine) û dike texê (gurz). Ji bo paletîyê jî axafk (mirtoxe) bi xwe re biriye.

 Dema çavên wî bi Ebdila dikeve, ji bo ku axafkê nedê, larîka (firax) axafkê dibe di binê texek gîya de vedi?êre. Pî?tî Ebdila diçe; ew li larîka axafkê digere, nagere, nabîne. Pi?tî qedandina tirpankirina gîya, wî gîyayî tîne gund dike lowe

( dike kidase – datîne ser hev û bilind dike).

Di navberê de ?eh meh derbas dibin, dibe zivistan. Ji ber berberîya gundan gîyayê Ebdila tê sotin. Ebdila mecbûr dimîne pezê xwe bibe Hemkan û (navê gundekî ye ) bide mi?tê. ( bi heq heta biharê xwedîkirina pez an jî heywanek din)  Li Hemkan xwedîyê axafkê jî li ser lowa gîya ye; dixwaze çend texe (gurz) gîya derxe û bide pez . Dema Ebdila tê nîk (cem) wî û silavê didê, ew jî silava Ebdila vedigire. Çawa ?enê xwe li bin texa gîya dide û derdixe, larîka axafka ku ?e? meh berê ji Evdila ve?artibû ji nav texê dikeve ber pîyên wan.

Herdu bi hevre ?a? û ma? dibin.

Yê Hemkî ji Ebdila re dibê: “ Dema li Sowara Xelê min tu dîtî min ev larîka axafkê ji te ve?art. Ez hindî lê gerîyam lê min nedît. Niha tu hat û va ew jî hat dîtin”.

 Evdila jê re dibêje: “ Ma xwedê dihêle yê Hemkî qismetê yê Jîrkî buxwut (bixwe) qesîs!”

Axir diçin mala yê Hemkî wê axafkê germ dikin û bi hev re dixwin. Lê yê Hemkî ji bo ve?artina axafkê ceza dide xwe. Pênc pezên Ebdila bê heq (bê pare) heta biharê xudan (xwedî) dike,  lotikek e?îrkî li xwe dixe û xwe bi Ebdila dide azakirin (heq helalkirin).

 Vêca wê xwedê heta kengî bihêle Ergenekon û hevalbendên wê heqê me Kurdan bixwin ez jî nizanim. Lê hîvîdarim wê Kurd di vê vepirsînê / referandûmê de larîka ( firaxa) wan ya ve?artî derxin holê.

About The Author