MEWLEWÎ Û BEKTA?Î

Yê mewlewî (peyçûyên Mewlana) û yê Bekta?î rojekê li cihekî bi hev re sohbetê dikin.

Bekta?î ji mewlewî re dibê: “ Hûn îbadeta xwe çawa dikin?”

Mewlewî: “ Em dibêjin Aallaaaaaah û difitilin”.

Yê bekta?î dibê: “ Ku me got allaaaaah em êdî hew difitilin”.

Di van heyaman  de apaçîyan dîsa wek salên 1998-99 an dest bi êrî?an kirine û ji her kesên ku  ne li gel wan in dibêjin xayîn, ceh?, xwefiro?, hevalên dewletê, AKP ê û hwd.

Ka em hinekî pa?de biçin û bi çend mînakan binêrin bê ka qûna re? û spî çawa derdikeve holê.

Berî 1980î wan digot: “ Kurdistana sosyalîst, serbixwe û yêkbûyî

Me digot:” Kurdistana serbixwe û yekbûyî, yan Kurdistan yan neman”.

Ew derketin Surîyê û gotin: “Federesyona Rojhilata navîn”.

Me dîsa got: “ Kurdistana serbixwe û yekbuyî, yan Kurdistan yan neman”.

Hatin Romayê gotin: “Em li Enqerê bûn rêxistin, li Kurdistanê bûn partî, çûn rojhilat bûn artê?, hatin Ewropa emê bibîn dewlet”.

Me dîsan got: “ Kurdistana serbixwe û yekbûyî, yan Kurdistan yan neman”.

Çûn Tirkiyê îcar gotin: “ Demoqiratîk cumhurîyet” û pesnê Kemalîzmê dan.

Pa?ê jî gotin:” Ne kurdistan , ne federasyon, ne otonomî , tenê nasname zêdeyî serê me ye”.

Me dîsan got:” Kurdistana serbixwe û yekbûyî, yan Kurdistan yan neman”.

Niha jî dibêjin:” Heke dewlet zorê bide me, emê bibêjîn otonomî”.

Em dîsa dibêjin: “ Kurdistana sebixwe û yekbûyî , yan Kurdistan yan neman”.

Bi kurtî ew çûne kîderê wek gumgumokan rengê axa wan girtin û wek mewlewîyan gotin:” Allaaah” û ji merc û xîmên ku ji xwe re danîn fitilin.

Me jî wek  wek Bekta?îyan carakê got:” Kurdistana serbixwe û yekbûyî, yan Kurdistan yan neman”  û em her li ser ya xwe man.

Vêcar gelî xwendevanan,  hûn destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bibêjin bê ka kî layîkî wan gotinên ku ew dibêjin e?

About The Author