Osmanê me virqînî ji Tirkan anî

Tirk dîsa dîn û har bûne û ha ha êrî?î serok Osman Baydemîr dikin. Çima ku Osmanê me li bajarê Elezîzê axavtinek qerase kiriye û di nav sînorê Tirkiyê de behsa pêwistîya „Kurdistana xweser“ kiriye, wek çeqel û keftaran kef ji devê Tirkan diherike, ha ha diewtin û dizûrin.

Tew ji xwe gava behsa axavtina Baydemîr û „pêldana ala Kurdî“ dikin, wek ku hinek di ser dê û jinên xwe de dîtibin dîn û ?êt bûne.

Çima ku Osmanê me di axavtina xwe de gotiye: “Cîger û kezebno, ma ku li ber ?aredarîya me ala Tirkiyê û ala Kurdî bi hevre bên daliqandin çi dibe? Ma dinya xira nabe wî“, Tirk bûne wek kerên ku mozik bi der qûna wan ve bigre, ha ha didin lotik û zîtirkên bergîlkî.

Tew ji xwe ew hacûcê Cemîl Çîçik heye ya, ewê wezîr lo, agir ketiye navrana wî û ji Osmanê me re gotiye: „Organlari degî?mî? adam – mirovê ku lebatên wî hatine guhertin“.

Yanî, çîçik kurê çîçik dixwaze bêje ku „Osman Baydemîr bi xwe Tirk e, lê lebatên xwe guhertine û niha bûye Kurd, bûye terorîst“ filan û fîstan.

Ez serê we wek serê Cemîl Çîçik mezin nekim, serok Osman Baydemîr dîsa lotikek xwe? û pîroz avêt, ev tirr ji cewrikên Asenayê re nehi?t û got KURDISTAN

Xwedê xêra wî qebûl bike û hêvîdarim wê li bihu?ta rengîn bibe serokê 70 horîyan jî.

Amed

About The Author