CULEMÊRGÎYAN LOTIKEK QERASE AVÊT

 Berî niha bi hefteyekê ji ber xirabûna rew?a aborî, civakî û nerêdabûna hinek adetên dawetên Culemêrgîyan, di bin serekatîya ?aredarîya Culemêrgê de civak, sazîyên sivîl û giregirên binyat û binemalên Cûlemêrgîyan li hev civîyan û nêzîkî 2o biryarên ku di tazîye û dawetan de xelk jê aciz in hilanîn. Hinek ji wan ev in.

1-     Dawetên ku sê rojan li pey hev dikirin xistin rojekê, ji seet 900 -22 .00

2-    Kesên dawetan dikin kartên dawetan nadin herkesî û wê tenê nas û mirovên xwe gazî bikin.

3-    Ji bo bûkê ji 7 zêrên cumhurîyet, 2 bazin, cotek guhar û gustîlan berjortir nayên xwestin.

4-    Cihêza bûkê  bi a?kera ji dawetîyan re nayê nî?andan.

5-    Ji malbata bûkê tenê wê du/sê kes biçin kûafor

6-    Wê sersêhnî rabin û xelatên bûkê yên ku jin pê vedikin, di roja dawetê de bê dayîn.

7-     Sertê?ta zava neyê dayîn

8-    Yek/du e?îrên ku xelat bi a?kera didan jî, êdî wê xelatan a?kera nedin

9-    Ji bo ku xwedîyê dawetê mehçûb nebe, wê bi awayên grupî neçin dawetan

10- Wê xwarin tenê carekê bê dayîn û bila seet di 12: oo an de be

11- Jin bila di malê tazîyan de zêde nemînin û vitvitê nekin û hwd.

Doh Emrah Okay gava ewil havêt û daweta xwe û jina xwe ya stenbûlî bi tenê rojekê kir. Berezava jî sertê?t neda û bûn yekemîn kesên ku biryar pêk anîn û lotikek qerase li toreyên ku pi?tî ?erê qirêj ketîye nav Culemêrgîyan xist.

Nex?e û aqûbet li serê dawetên mayîn be. Mal û mezelên wî ava, daweta wan li ser xêrê be, lotika wan pîroz be, bûk û zava bi hev re ?ad û bextîyar bin.

About The Author