Fatê were dawetê!

De werin û li vê pelûla kesanedî binerin.

Birastî çima keç û xortên me Kurdan ewqasî aşiq û dilketîyên Tirka ne ka hûn nabêjin? Gelo ji bêşexsîyetîyê tê, ji şexsîyeta koletîyê tê, ji xwenenaskirinê tê, ji xweşbûna xiyar û bacanên Tirkan tê, ji çi tê nizanim. Lê heta Kurd ev Kurd bin, heta Kurd keçên xwe bidin Tirkan û keçên wan ji xwe re bînin, wê hefsarê Tirkan her û her di serê me de be. Bela kes çîrokên bratî û insanetîya Tirkan ji me re nebêje babam. Kurdê ku Kurdê esîlzade be, divê sînorekî têxe navbera xwe û cewrikên dêlika Asenayê û xelas. Yan na, tu ferqa me û cewrikên dêlik û dêleguran ji hev namîne wesselam.

De ji xwe re li vê sosret û lotika kesanedî binerin.

Tu dibê qey zilam di nav Kurdan de qeliyane, tu dibê qey xiyarekî wek Mustafa Denîzlî yê Tirk di nav Kurdan de tuneye, keça mamê me Şerafettîn Elçî rabûye dil ketiye kalemêrekî wek Musrata Denîzlî û pê re zewicî ye.  Ê law ma ev layiqî kesekî wek mamê me Şerafettîn Elçî ye babam?  Ev çawa dibe? Çima siyasetmedarên me şîretekê li zarokên xwe nakin û hestên netewî di serê wan de nameyînin ji bo xwedê?  Yanî bi zewaca bi Tirkan re em xizmetê ji dola Tirkan re nakin?

Û zarok?

Yaw çima emê torin û nevîyên xwe bikin Tirk û nifûsa dolheraman zêdetir bikin hawarê?

Werhasilî kelam, aha Kurdayetî û siyaseta me ev e gelî xwendevanan.

Bela mamê me Şerafettîn Elçî li min bibore, lê min ev lotik layiqî malbata Elçîyan nedît û hûn sax.

About The Author