Gulen efendî fitû derxist

Referandûma guhertina makzagona Kenan Evren nêzîk dibe. Di vê derbarê de her dem û dezgeh, her kesayet, rêxistin û partî helwesta xwe digrin, yan li gel û yan li dij didin lotikan.

Halîhazir hema bêjin piranîya Kemalîstên Tirk û Kurd li dijî guhertina makzagona Kenan Evren in û ji bo referandûm neyê qebûlkirin her ti?tî dikin. Lê kesên ku dixwazin ji toqa naleta Kenan Evren xelas bin û hindik be jî demokrasî bê Tirkiyê, alîgirîya Kasimpa?alî Receb û hikûmeta wî dikin.

Axir..

Serokê sererd û binerd ê „Cemeeta Gulen“ Fethûllah Gulen begefendî, li Amerîkayê fitû ji guhertina makzagonê û qebûlkirina referandûmê re derxist û lotikek avêt.

Gulen efendî di daxuyanîya xwe de bi sê telaqan sûnd dixwe û dibêje: „Heçê dengê  „NA“ bide referandûmê wê rasterast biçe cehnemê û heçê dengê „ERÊ“ bide wê di bihu?ta gewrik de bibe mêr û jinên 70 horî û nûrîyan.  Yanî, zilamê ku dengê „ERÊ“ bide referandûmê wê li bihu?tê bibe mêrê 70 horîyan, jina ku dengê „ERÊ“ bide referandûmê jî wê bibe jina 70 nûrîyan. Xêra xwedê ye ha!

Werhasilî kelam, wa xalê me Fethûllah Gulen efendî fitû derxist gelî xwendevanan.

Heger hûn dixwazin biçin bihu?tê û bibin mêr yan jinên 70 horî û nûrîyan, dengê „ERÊ“ bidin. Na heger hûn dixwazin di agirê dehnemê de bi?ewitin û ?î?ên sor têkevin qûna we, dengê „NA“ bidin û hûn sax.

Amerîka

About The Author