Mehmûdo derpî dagirt

Li ser bextê zinêkarên Îranê be, dibêjin li bajarê Hemedanê bombe avêtine Mehmûd Ehmedînejad û xwestine wî bixesînin û bi?înin axreta gewrik. Dibêjin bombe 100 metro nêzîkî Mehmûdo ketiye û gava bombe teqiyaye, Mehmûd beg ji tirsa re bi xwe de mîztiye, derpî dagirtiye û wek pelê darê ricifiye.

Li gora saloxdanên sîxurên Loikxanê, dibêjin ev lotika pê?î ye û hê wê gellek lotikên bi vî awayî li Mehmûdo kevin. Yanî, ev lêlê bû û lolo jî bi rê de ne.

Ehmedînejadê ku qama wî bihust û nîvek e û wek wan tajîyên mitirb û qereçîyan e, bela xwe di Israîl û Amerîkayê dide û gunikre?an di ser xwe re nabîne. Lê nizane ku Israîl û Amerîka karin ji Saddam xerabtir bînin serê wî û hefsar têxin stuyê wî.

Axir, sûîkasta vê carê badilhewa çû û bi vê lotikê xwestin ku Mehmûdo ziravqetandî bikin.

Vê carê bombe 100 metro nêzîkî Mehmûdo ket. Lê ku bombeya duyem di nav derpîyê Mehmûdo de biteqînin qet ecêbmayî nemînin û xelas.

Mahabad

About The Author