DERMANÊ KÎLO AVÊTINÊ

Hemdo û Cewdo du Kurdên li Stenbolê dimînin. Herdu jî qelew in,  zikê wan wek me?kên dewkêranê mezin bûye. Rojekê di televîzyonekê de Cewdo doxtorek navdar ku reklama dermanê kîlo avêtinê dide naskirin, dibîne.

Cewdo hema têlefonê vedike û navnî?anawî Dr. ê navdar digire û diçe maînexana wî doxtorê navdar. Dr. wî di maînexanê de maîne dike, dermanekî bê nav didê, pêncsed panqunotan jê distîne û jêre dibê: “ Her roj  berî razanê du ji van heban bixwe. Pî?tî hefteyekê heke tu hê jî bixwazî jartir bibî, aha vaye têlefona min û nexwe?xana ez lê dixebitim”.

Cewdo tê malê. Berî bikeve nav cihan, du ji wan heban dixwe û dikeve xewê. Di xewê de çiqas manken û jinikên xwe?ik hene tên dikevin hinbêza wî û heta serê sibê deh caran av jê diçit, di nava hefteyekê de 30 kîloyan dide.

 Rojekê Cewdo û Hemdo li sûkê rastî hev tên.

Hemdo: “ Peeekkkkk, kuro Cewdo  te çawa kîlo dan law?”

Cewdo meselê jêre dibêje.

Hemdo: “Ez ketime bextê te û xwedê, tu navnî?ana wî doxtorî bide min”.

Cewdo navnî?ana nexwe?xanê didê. Hemdo diçe nexwe?xanê doxtor dibîne. Ji ber ku nexwe?xaney e,  doxtor heqê maînê jê nastîne û dermanekî didê. Ew jî tê malê, berî razanê du ji wan heban dixwe û dikeve xewê. Di xewê de pênc zilamên wek zebelahan û zebanîyan qerasê xwe girtine destê xwe û li pey wî ketine, ew jî revî revî direve. Sebeleh û zebanî li dûv wî ne û rebenê Hemdo jî ji tirsan heta spêdê xwêdanê dide. Ji tirsa dernakeve derva jî. Di navbera sê rojan de 20 kîloyan tavêje. Pa?ê ji bo Cewdo telefonê vedike û dibê:” Bêbext, te çima ez xapandim? Te got ez xevnên bi jinikên xwe?ik re dibînim. Ma ez çima wan xewnên xwe?îk nabînim hiii, hey bê wijdan!”

Cewdo jê re sûnd dixwe ku çawa xewn dîtîne wusa jê re gotîye û ew ne xapandiye.

 Vêcar Hemdo  ji bo doxtor têlefonê vedike û jê re dibê: “ Ji bo çi ez xewnên ku Cewdo dibîne nabînim?”

Doxtor:  “Tu hatibûyî maînexanê yan jî nexwe?xanê?  Heke tu hatiba maînexanê,  teyê xewnên wek Cewdo dîtibûna. Lê tu hatîyî nexwe?xanê û te pare nedane”.

Vêcar gelî xwendevanan, heke di vê rapirsînê/ referendûmê de ERÊ derket, dibe ku em hinek xewnên Cewdo bibînin.  Heke NA derkeve, emê her zebeleh û zebanîyên Erenekon, JÎTEM, Apaçî û Çevîk Quwetan bibînin. Vêcar hûn reyên xwe çawa dixwazin wisa bi kar bînin û hûn sax.

About The Author