Xweserî yan xwelîseriya dimoqratîk?

Wa Silo! Bi qurana ser sênga pêxember û ha bi xêra vê cejna Remezanê, vê carê di navbera me û van dolheramên Tirkan de germ bû.  Kuro lawo ev biraderên me yên çiyê dibêjin emê xweseriya dimoqratîk îlan bikin û emê ji îro û bêve di hestiyên bavê Tirkan de bimîzin.

Îca xweseriya dimoqratîk çi ye Ahmedo?

Hey te xwelî li serê min kiro, ma ez wateya van gotinên qelew dimoqratîka xwelîser  yan jî xweser dizanim, ev çi ye Ahmedo?

Silo, babam tu nizanibi ezê ji te re bêjim. Hele çayekê bide birakê xwe û were rûnê ez ji te re bêjim bê xweserî û xwelîserî çi ye qurban.

Xwelîseriya dimoqratîk, pardon xweseriya dimoqratîk, yanî ji îro û pêde birayê Silo emê her karê xwe bi xwe bikin û em xwe hewceyî van dolheram nakin.

Wek çi law?

Meselen va cejna Remezanê hat, emê ?ekrê cejnê ji hev bikirin.

Emê li cejnên hev bigerin û ji hev re dua bikin û her wiha jî emê bêjin bera  xwedê tihala bela xwe ji van dolheraman re bîne û heqê me ji wan re nehêle.

Emê bi Kurdî bikenin, bigrîn, bime?in, bifikirin, birevin, bilîzin û bi Kurdî bi ?ifqa  Tirkan de bimîzin

Hew ev e xweseriya dimoqratîk? Naxwe evqas hing û ding ji bo vê ye?

Na, bile bîna te fereh be, ez temam bikim qurban!

Ma wê rojê te û Kejo li hev neda û we sêsed bav ji hev çêkir ne wisa?

Belê raste. Ê çi karê vê ji xweseriya dimoqratîk heye Ahmedo? Hey te xwelî li serê min kiro!

Bera bîna te fereh be ez pêde têm Silo.

Ica li gora xweseriya dimoqratîk hûn naçin qerqolê û giliyê hev nakin. Hûnê herin ba hevalan û giliyê xwe li ba wan bikin, ewê çareseriyê ji we re bibînin.

Mersela mala Evdile tu dizani Silo? Ma ne ev 20 sal bûn mala Evdilê Kerdizî û mala ?emdînê Bertavkî li ser perçak Erd bi hev ketibûn û mala bavê hev xera kiribûn. Bîst salan li ba dadgeha Tirkan giliyê hev kiribûn. Bi qurana pîroz, wan qasî heqê Erd bertîl dan dewletê û dîsa çareser nekirin.

Belediyê ew di rojekê de li hev anîn û çûn lep û riwê hev, go?t û girar bi hev re xwarin.

Îca ez dixwazim bêjim ku emê di rêya belediyan re pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Ha ev e  xweseriya dimoqratîk Silo.

Îca ka ez ji tere bêjim bê xwelîseriya dîmoqratîk çi ye.

Xwelîseriya dimoqratîk ew e birayê Silo, ku em bibin ceh?ê van dolheraman û bi gotinên wan bên xapan din û li ber defa Erdoxan govendê bigrin.

Dua û selewatan bi zimanê van dolheraman bikin

Em cejnên hev bi zimanê wan pîroz bikin

Em bi ?ifqa van dolheraman li sûkên bajarên xwe bigerin

Û bi komira wan xwe gerim bikin. Ha ev e xwelîseriya dimoqratîk Silo.

De ser xêrê be yabo, bi quran ev xweseriya dimoqratîk ti?teki ba? û pîroz e.

Bi qurana pîroz û bi xêra ku ji vê cejna Remezanê diçe, ezê dengê xwe bidim ´´Xweseriya Dimoqratîk„haya we jê hebe.  Min got xweserî ne xwelîserî ha, bi hersê telaqên jin berdanê ezê di nava xwelîseriya dimoqratîk de bimîzim û ez nabêjim erê yan na. Ezê li mala xwe rûnim û ez naçim ser sindoqa Erdoxan lo, wî!

 Almanya

ahmdeberazi@yahoo.de

About The Author