Karayilan lotikek bêîman li xalê me Bûrkay xist

Pi?tî ku vê dawîyê xalê me Kemal Bûrkay hevpeyvînek da rojnama Taraf ê û rexne li lotikên PKK girt, generalên PKK jî rabûn ser tapanan û di ajansa ANF de xalê me Bûrkay dan ber lotikan, îmana wî teneke kirin. Bi taybet Mûrat Karayilan, di hevpeyvîna di ANF de sînor mînor nehi?tin û xalê me Bûrkay wek ajanê dewletê nî?an da.

Cîgerim Karayilan dibêje:„Kesên ku bi dostanî û bêyî ku înkara rastîyan bikin me rexne bikin, ehlen we sehlen, ser seran û ser çavan. Em rêzê ji wan rexneyan re digrin.  Heger hûn kêmasîyên me bibînin me rexne bikin, em ne li dijî rexneyan e. Lê  hinek hene ku ji rexneyan wêdetir dijminatîyê dikin û li ser dijminatîya PKK diçêrin, nanê xwe pê dixwin“ filan û bêvan.

Karayilan, meselê tîne ser xalê me Bûrkay û lotika xwe davêje:“Meselen yekî bi navê Kemal Bûrkay heye. Ev kes zêdeyî 30 sala ye dixwaze  ji 100 endamên taybet ên ?er zêdetir zirarê bide me. Heger piçek wîjdan û namûs pê re hebûya, wê rêz ji vê berxwedana qehremanî re nî?an bida. Lê tucarî ev rêz negirtiye“ filan û xeftan.

Werhasilî kelam, ez zêde serê we naê?înim û wek Beko Ewanan naxwazim meselê bikim ?orbe. Helbet wê xalê me Bûrkay di bin vê lotikê de nemîne û wê bersiva xwe bide.

Lê xwezî ji mîrê keremê re, rojekê cîgerim Karayilan ji Devlet Bahçelî, Denîz Baykal û Îlker Ba?bûg re jî bigota „heger namûs bi wan re hebûya“ û hew.  

Çima ma Devlet Bahçelî, Denîz Baykal, Îlker Ba?bûg û sermezinên din ji Ey?ika Ereb in babam? Carekê ji wan re jî bêje „bênamûs“ ma dinya xera nabe, halla hallaaaa!

Axir canim, aha em Kurd ev in ha gelî xwendevanan. Em ji hev re xurt in.

Wey bavooooo wey bavoooo!

Amed

About The Author