Bêbavo di qurmik de jê kir!

De werin û li vê ecêbê binerin.

Li qeza Hezro ya Êlihê, walîtî û TPAO yê zarok garankî sunnet kirin û malik li hinek zarokan xira kirin. Teknisyenê tip ê Hasan Demîr, dema zarokê bi navê M.Ç ê 1.5 salî sunnet kir, ji 3/2 xirrê lêwik jê kir û malik li rebenê lêwik xira kir.

Di dema sunnetkirina zarokan de sosretek ecêb pêk hat. Rebenê M.Ç ê 1.5 salî, ket ber xezeba lotik û zîtirkên Hasan Demîr û rebeno ji nîvî zêdetir xirrê xwe winda kir.

Di vê derbarê de bavê M.Ç Cûma Ç, dibêje ku ewê heyfa xirrê kurê xwe li erdê nehêle û ewê dozê li Hasan Demîr û rêvebirên nexwe?xana Hezroyê veke.

Hûn dibînin ne?

Law siyasetmedarên me xirrê Kurdan di ber de jê dikin, dewlet xirrê Kurdan di qurmik de jê dike û textor jî dîsa xirrê zarokên Kurdan di qurmik de jê dikin.

Ma law dinya bê xirr ji bo çi ye babam? Ma sibê dusibê rebenê M.Ç mezin bibe û doza jinekê li bavê xwe bike, wê kî keça xwe bide yekî bê xir yabo?

Werhasil, law ji bo xwedê hay ji xwe û van sunnetçîyan hebin babam. Zarokên xwe nexin nav lepê van bêbavan, Bi ellawekîl îro xirê M.Ç di qurmik de jêkirin, sibê wê dest û limgan jî jêkin.

Zarokên xwe bînin ber destê Sofî Xelet sunnet bikin û nebin ba sunnetçîyan û xelas…

Êlih

About The Author