BERXBIRA ZERANIS

   

Berxbir di jîyana Kurdan de cihek gelek giring digire. Xasma li cem Kurdên pezxwedîker û Serhed ê. Berê bajarî û gundîyên Serhed ê hemûyan pez xwedî dikirin, kirîn û firotina wan û hemû awajên jîyana wan bi pez ve girêdayî bû. Lewre dema xelkê ji ba dikandaran ti?t kirîban, an deynê wan ji bo hinekan heba,heta qelen jî tê de, ji bo pi?tî berxbirê dihi?tin. Piranîya berxbiran di mehên Tîrmeh û Tebaxê de nin.

Berxbir li zozanên jorî tên kirin. Di roja berxbirê de xwedîyên deynan, ticarên pez, xelkê xwedî pez yên bajar û gundan  li hev dicivîyan. Lewre jî roja berxbirê wek roja cejnekê dihat pîrozkirin. Bi kurtî, deyndaran deynê xwe didan, ticaran pezê xwe dikirîn, xwedî pezan berxên nêr difirotin. Li her deverê bêhna kebaban û go?t difûriya, xort û keçên xama govend girê didan. Lê mixabin pî?tî xirecira ?erê qirêj piranîya gundan hatin valakirin. Ji wan gundan yek jê Zeranis bû.

Zeranis di sala 1990 î de hat valakirin, pi?tî 20 salan dîsa dewletê rê da wan û hinek ji wan çûn gund . Ev bûn 20 sal wan berxbir nekiribûn, lê îsal li zozanên jorîn, li qontara Çîyayê Re?, di warê Heyran de berxbir wek kevne?opîya berê hat amadekirin. Herçend gelek jarbe jî, lê kirin. Nex?e li gund û zozanên din.

De kerem kin li çend dîmenên berxbira zozanên Culemêrgîyan  binêrin.

About The Author