P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

KARÊ D?NAN


Adil Dûran

 Muro di sala 70 an de li bajarê ?zmîtê nas dikim. Ew bi xwe ji Dersîmê ye..Pi?tî 37 salan ?ûnve me hevdu li Baselê dît. Lê min ew nas nekir, wî ez nas kirim.

Wî serpêhatîyên xwe yên buhurî ji minr e vegot.

”Pî?tî sala ku em ji hevdu cuda bûn, min berê xwe da Dersîmî lê bavê min zevîyek me firotibû ku ez bi wan diravan bixwünim. Ez li ku xwendin li ku..Min ew diravên han ji bo debara xwe xerc kir. Dema ku ez çûm mal, ew bi hatina min agahdar bûbûn. Dixwestin kêf û ?ahîyekê li dar xînin û bavê min li herderê pesnê min dabû û ji herkesî re gotibû: ‘Kurê min xwendekar e-zana ye..ka hûnê bibînîn wê çi camêr derkeve pê?berî we“.

Gundî nas û dost li ser nanê qelîyê civîya bûn, kêf dikirin u lotikên bê tixûb diavêtin..Ji alîkî ve jî dixwestin hînbûyîna min bicerîbînîn. Banê min ji min pirs kir lê min li dînîtîyê danî..

-Kurê min, bi Tirkî jê re dibêjin çi (kerek li wir diçêrîya)

-E?ek efendîm

Pi?tre bi tilî çêlekek ?anî da û pirs kir:

-Kurê min, bi Tirkî ji çêlekan re çi dibêjin?

-Înek efendîm

Pi?tre li ser sergo hin mirî?k hebûn ew ?anî min da û got: „Ma ji wan re çi dibêjin?“

-Tavu? efendîm

-Ew tavu? wisa çi tevlihev dikin û çi belav dikin?

-Welle li ber devê min û li ser zimanê min e, lê nikarim bêjim..

-Kerooo!Bila di devê te de bîmîne..

Gelek dem buhurî, min ji malan nan û go?t digirt û hemû segên gund bi xwarinê li hev civand, Êdî ew segên gund hemû bûbûn xulamê min . Min li kuderê fîtik lê bidana hemu zû dihatin ba min..

Min ji hemû bazirganan bac disitant. Yên ku bac ne didan, min bi hemû segan êrî? dikir ser wan û ew gelek po?man dikirin. Bê çare, min ji wan çi dixwest dubare nedikirin. Rojekî çûm bankayê min ji serkarê bankayêr e got: ‘Mirudên min tev birçî ne,.hinek dirav bide min ezê ji wann re xwarinê bikirim..“

Serkarê bankayê kulmek li ser devê min xist û ez avitim erdê, bi ê? û keser ku min fîtîk lê da, di cî de segên min hatin ketin hundurê bankê û her der serûbino kirin. Jinên ku tê de di?uxulin ji tirsan re derketin ser masan û kirin qîjeqîj. Herî dawîyê serkarê bankê got min: „Wan segan ji wir derxe çiqasî dixwazi ezê bidim te“.

Min bi wî re bazarî kir.

-Te kulmek li ser devê min xist, sed lîra. Sê sed lîra ji bo bavê min, sed û çil lîra ji ji bo ?êrên min..

Serkarê bankê: (gelek ecêb mayî..) lawo dîno, ji bo te û segên te amenna. Lê ma ji bo bavê te nabe..

-Çawa nabe, ew nebûna min xwe nedida dînîtiyê, para wî herî zêde ye..

Pi?tî çend rojan min ji malxweyakê tasek dew xwest neda min. Min sûnd xwar ku belayek mezin li dar bixînim. Min hemû xulamên xwe civand û çûm ser çavkanî yê û di nava çavkanîyêde gû kir. Pi?tre jinên gund bi sîtil û kûzan dihatin ku avê bik?înîn. Çavên wan li gû diket û bi qêrin û hawar baz didan. Herî dawîyê mêr hatin. Min hemû segên xwe berdan wan û ew jî dûr ketin, ji dûr ve bi qêrin bi heyran u qurban li ber min digerîyan da ku ez destûrê bidim ew bên avê dagirin..

Ew kiryarên min tev sîyaset bû. Ji alîkî hêzên dewletê bi min nikarîbûn û ti?tên ku min ji wan dixwest ji min re amade dikirin. Ji alîyê din ji ber tirsa bavo min xwe dabû dînitîyê û gunehê xelkê bi min dihat, wan ji xwestekên min dubare nedikirin. Yên ku dijî min derdiketin ji xwe re belasebeb kar dixistin û herî dawîyê digotin temam bila ya te be..

Çalakîyên min mîna sîyaseta suwarîyan bû. Ji min û ji segên min ditirsîyan..

Lê roja îroyîn sîyaset bi awayekî din dime?e..

Her çiqas ew DTP lî di çavkanîyê de gû bikin ji, tu kes li dînitîya wan bawer nake, murîdên wan jî bê bawer nakin…..

Min dev ji dînitîyê berda

Lome nebe lê he? û aqlê min nagire. Lizanim ji bo çi her kes wisa dîn û har bûye?

Ev nivîs 509 carî hatiye xwendin


Şirove bike