Nîlufera me got:“Herîrê“

Hunermenda germik û nermik, xu?ka me Nîlufer Akbal, albûmek bi navê „Herîrê“ diyarî xezîna muzîka Kurdî kir û lotikek qerase avêt.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Stenbolê be, dibêjin Nîlufera me ev albûma xwe diyarî jinên Kurd û yên Rojhilata Navîn kiriye. Ê ba?e keçko, ma em mêr ji Ey?ika Ereb in ku tu albûmekê ji me re jî diyarî nake ha? Ma çiyê jinên Kurd û jinên Rojhilata Navîn ji mêrên Kurd zêdetir in qarda?im? Na, aha ev nebû! Erê me go li jinên Kurd xwedî derkeve, lê me nego pelûlê bi serê mêrê Kurd de jî dake xu?ka minê, waweylê!

Axir…

Dîsa li ser bextê daholvan û zirnevanên muzîka Kurdî be, dibêjin Nîlufera me di albûma xwe de bi zaravayê Kurmancî, Dimilkî û Soranî lotik avêtine, lê giranî daye Soranekanim.

 Ê çima cîgerim? Ma Soranekanim di albûmên xwe de giranîyê didin Kurmancî û Dimilkî ha?  Yaw te carek du caran serdana ba?ûrekanim kir, çi zû tu asîmîle bû û Soranî li ber dilê te bû ?îr û ?ekir ez bi qurban? Yaw te di ?ûna Soranî de çend lotikên Tirkî bavêta ne çêtir bû? Qe nebe Kurdên bakur ji %99 Tirkî fêhm dikin û asîmîlasyonê qûn li wan qetandiye, lê bi namûs ji %10 ên Kurdên bakur Soranî fêhm nakin ha, wî!

Werhasilî kelam, henek li alîyekî, lê li gora min divê Kurmanc êdî dev ji daw û delinga Soranekanim berdin û berî her ti?tî li Kurmancî û pi?tre jî li Dimilkî xwedî derkevin. Çawa be Soranekanim êdî dewlet in, petrola wan heye, trimbêlên „MONÎKA“ ji ewên „son model“ di bin wan de ne, ji Kurmancî zêdetir guhdarîya stranên Tirkî dikin, ji Kurmancî zêdetir bi Tirkî zanin û ji qewla Rojîna Omerî ve, hew nemaye ku ba?ûrekanim bibe Tirkistan.

Ez serê Nîlufera xwe neê?înim, albûma te li ser xêrê be û xwedê bikim 1 milyon bê firotin.

Lê min meraq kir xu?ka Nîlufer:

Gelo ev „Herîrê“ çi ye?

?ekir e, pirteqal e, helaw e, tir? e, ?or e, jin e, mêr e, golik e, bizin e, berxik e, çi tir?ik e gelo?

Ez bi xwe nizanim bê Herîrê çiye, gelo hûn zanin gelî xwendevanan?

Ez dibêjim sedî sed „?orba nîskê“ ye. Hûn dibên çi?

Neyse..

Em hinekî bi Nîlufera xwe ?a bûn û me xwest hinekî dilê wê xwe? bikin, wê bikenînin. Albûma wê dîsa pîroz û bimbarek be. Heçê albûma Nîlufera me nekire û guhdarîya „Herîrê“ neke, jina wî û mêrê wê jê berdayî be û hûn sax….

Stenbol

About The Author