REMO Û TR?MPÊLA WÎ

Pi?tî nîvro bû dema Saloyê Dêrikî ê ku li welatekî Skandinavya ji ber sedema xebatên xwe ê welatparêzî ji welêt bazdabû û li wir, bi cih bû bû. Ew ji bona westa xwe ya nîvro bigire û xwarinê bixe, tê malê.  Ew him betilî bû û him jî birçî bû. Ji ber ku kes li mal tune bû, wî hema bi lez û bez ji xwe re tir?ika hêkan çêkir. Xwar û xwe li ser eywanê dirêj kir ku qederekê bêhna xwe bistîne. Bi dirêjkirina wî ya li ser eywanê, xewê jî xwe li dor wî bir û anî, lê wî nedixwest razê. Ji ber ku pi?tî qederekê ew ê biçûya karê xwe. Daxwaza wî tenê ew bû ku hema bi hindikayî be jî hebekî çavên xwe nerm bikara. Ji bona bikaribe bi seriyakî rehet here kar û li wir çavên wî neyên girtin. Pêwîst bû ku ew seat dudoyên pî?tî nîvro ji mal derketa.

            Dema Salo xwe dirêj dike, xewa ?êrîn xwe bera ser çavên wî dide. Hêdî hêdî canê wî gîran dibe. Ji bona di xew re nere, xwe li ser pi?tê dirêj dike û bi çavên xwe li hundur malê tema?e dike. Te digot qey mal ne mala wî ye. Li der dora xwe li tî?tên hundir dinerî.  Salo him dinerî û him jî difikirî. Di nava wan fikir û ramanan de berê wî berbi aliyê pencera li hember ve zîvirî. Di pacê re li derve û li zarokên ku ji xwe re dilîstin nerî û dengên wan î zîz dîkete guhên wî. Wan dengan ew biribû dema zarokîtiya wî. Ew ketibû nava ramanên xwe?, çûbû welêt, ji xwe meriv dikare bêje hema hema wî xwe her roj li welêt didît. Îcar çû bû gundê Erbelû?. Ew gundê ku lê hatibû dinyayê û mezîn bû bû. Lîstikên zarokîtiyê ketin bîrê…

            Kete bîra wî ku zarokên gund derdiketin derve û bi aliyê sergoyê li pê?iya gund de direviyan. Hevalên wan î ku ew didîtin an jî dengên wan dibihîstîn, ew jî ji malên xwe derdiketîn û bi aliyê sergoyê ku ji bona lîstîkê bû bû cîhê hevdîtinê de bazdidan. Salo jî ji cîhê xwe radibû û ew jî berbi wî sergoyî de direviya da ku ew ji hevalên xwe nemîne û ji xwe re bilîzin.  Di nava wan ramanan de Fesado kete bîra Salo. Navê Fesado, bi xwe Feysel bû, lê hingî  wî fesadî û derew dîkîr, hevalên wî navê wî kiribûn Fesado.

            Fesado bi wan derew û fesadiya xwe, zarokên gund berra hevdu didan. Ji ber derew û fesadiya wî gelek caran zarokên gund hevudu diê?andin. Hin caran ew ?erê navbera wan mezin dibû, gelek caran malbat jî diketin ber hev. Fesado bi saya serê wan derew û fesadiyên xwe gelekî nav dabû. Tu kesekî nikarî bû weke wî derew li hev biedilandana. Ew bi xwe kesekî tirsonek û di nava zarokên gund de cihê wî tunebû. Tu kesekî ji wî hez nedikirin.  Salo him rew?a Fesado difikirî û him jî li hemberî xewê  teko?in dida da ku ew ranezê. Ew her çiqasî ranediza jî xewê çavên wî giran kiri bû, ketibû nava ramanên bê bînî, tew çûbû li welêt bû.

             Gah li Xabê go?t dibira?t, gah ji ber germê nigên xwe yên tazî dixist nava ava kaniya kulêbê ya cemidî, da ku nihekî hinêk bibin. Carna li ser kaniya Gozê, carna li ser mezelê Heramiya ji pîrika xwe ya ku wî gelekî jê hez dikir, fatîhe dixwend. Di nava van ramanên kûr de bi kêfeke mezin xwe gihi?ti bû welêt. Lê çi mixabin wê mîrata zengilê derî ew ji wan xeyalên wê yên xwe? û ?êrîn ?iyar kiri bû. Bi  lêketina zengil ew hebekî hêrs bû, weke bêje: „ma niha wexta lêketina vê bû.“ Kire niçe niç, lê tu çareya wî tunebû. Loma hêdî ji cîhê xwe rabû, derî vekir ku vaye Remo û du hevalên din li ber derî rawestiyan in. Pi?tî xêrhatinê, wan herdu kesên bi Remo re hatîbûn, Remo li ba Salo hi?tin û bi ?ûnde vegeriyan. Pi?tî Remo kete hundir, Salo gotê:

            -Bi xêr hatî kek Remo, bi xwedê ez bi lêketina zengilê derî ve hebekî hêrs bûm…

            -Xêr bû, ma tu ji hatina min aciz bûyî kuro!

            -Na, na, ez keti bûm nava ramanên xwe? û delal, ez çû bûm gundê xwe… De ti?t nabe, niha jî bi hatîna te ez kêfxwe? bûm. Ji xwe ez, her roj di nava ramanên ku ya ez li gundê xwe me, ya jî li serê çiyayekî me. Carna jî ji bona neyême girtinê ji ber polîs û le?keran direvim. Lê xem nîne ji xwe ev halê min yê heroj e, de ka tu ji bo çi hatî ye, xêr e?

            -Bi Xwedê trimpêla min naxebite, divê ez wê bighînîm ba hostê. Min li komeleyê pirsî ku ew kesên çengel bi dû trimpêla wan ve heye kî ye ku bikaribe alîkariya min bike, da ku em trimpêla min bibin ba hostê, cîhê tamîrê. Wan herdu hevalên bi min re bûn, gotin ku Salo dikare alîkariya te bike û trimpêla wî dikare ya te li dû xwe bik?îne. Loma ez hatim û ji te rica dikim ku tu alîkariya min bike.

            Salo:

            -Ser sera û herdu çavan, ma ev jî ti?tek e. Wele divê ez biçûma kar lê xem nake ez ê niha telefonekê bidim cihê karê xwe ku ez ê nikarim herim. De ka em çayekê vexwin.

            -Na, na, wê dereng be, divê berî seat sisiyan ez trimpêlê bighînim ba hostê, em weha peyivîne.

            Salo telefona xwe dike, ew û Remo derdikevin derve, li trimpêlê siwar dibin diharin cihê ku trimpêla Remo lê ye. Remo kindirê derdixe, seriyekî kindirê bi wî çengelê dawiya trimpêla Salo ve girê dide, seriyê din jî bi ya xwe. Her yek li trimpêlên xwe siwar dibin, Remo trimpêla xwe dixe gêrra (fitêz) vala. Salo jî trimpêla xwe dixebitîne, pêl xazê dike û hêdi hêdî trimpêla Remo li dû xwe dik?îne. Berî ku ew xwe bighêjin ser Otobana yê (rêya navnetewî, E4); Rêya ew tê de ne hinekî berjêr e, loma trimpêl hinekî bi lez têne xwar, Salo li pa? xwe dinerê ku çi bibîne, serê trimpêla Remo berbi newalê ve dihare û hêdî hêdî ji rê derdikeve. Salo nema dikare here, eger ew hinekî din here wê teva trimpilên xwe  di newalê de wer bana, mecbûr dimînin li ser rêya Otobanê disekine ji trimpêla xwe dadikeve, dihare hinda Remo û dibêje:

            -Keko can, çima tu serê trimpêla xwe rast nake, ne ez hebekî din herim tê bikevî newalê û ez ê jî li du te bême xwarê, ma ev çi hal e?

            Remo:

            -Kuro wele ez dikim û nakim dîreksiyon nazîvir e, loma tu ti?tekî ku ez bikim tune ye.

            -Ba? e hela dakeve ez binerim bê çîma weha dibe.

            Pi?tî Remo ji trimpêlê derdikeve, Salo li cihê wî rûdinê, bala xwe didê ku Remo kilîta trimpêlê nexistî ye cihê wê û direksiyon hatiye kîlîtkirin, ew kilîtê ji Remo distîne, dîreksiyonê vedike û dibêje.

            -Brayê delal, di rew?ên weha de divê kilît lî ser trimpêlê be, ya na ez ê bi cihekî de û tê bi cîhekî din de here. De were cihê xwe, îcar çêbû, em herin.

            Bi saya serê Remo rêya Otobana hati bû sekinandin hemî trimpêlên ku tên li benda wan disekinin ku derbasbin, hin sixêfan (xeberan) dikin, hin bi ser wan de diqîrin, hin tiliyên xwe jî wan re bilind dikin. (Ev jî li ewropa ti?tekî gelekî nexwe? e) Wel hasil ti?tê hate serê wan ecêp bû.

            Bi kêfa ku ewên êdî ji vê ezabî xîlas bin, Salo li trimpêla xwe siwar dibe û wê dixebitîn e, frêna desta dadîxine jêr. Hêdî hêdî nigê xwe yê rastê dide ser xazê yê çepê jî ser debriyajê radike, lê dike û nake trimpêla Remo ji cihê xwe nalive. Salo, ji mirovên ku li benda wan sekîninin jî aciz bûye, ji ber ku her yek gotineke ne ba? ji wan re dike. Çi dike trimpêla Remo ji cihê xwe nalive, hinekî zêdetir pêl gazê dike. Bi dayîna gaza zêde, gumîniyeke ji pa? trimpêla Salo tê, bi wê guminiyê nava wî diqete, dibê hela çi bû? Gelo hinan em gulebaran kirin?

            Bi wê tirs û xofê dizîvire li pa? xwe dinere ku çi bibîne, cama trimpêla wî ya dawî hemû ketiye hundîr. Wî texmîn kir ku hinan kevir an jî ti?tekî din avîtiye ji wan de. Loma ji trimpêla xwe derdikeve, berbi hêla  cihê ?îkesti çû nerî ku ew kindira herdu trimpêl bi hev girêdabû, seriyê hêla trimpêla Remo ji cihê xwe derketiye û li cama pa? ya trimpêla wî ketiye û cam hûr hûrî kiriye. Salo hîn bêtîr hirs bû lê nexwest ku Remo zanibe ew hirs bûye. Rebenê Remo di trimpêla xwe de sar mabû. Nema zanî bû ku ew ê çi bike. Dema Salo xwe gîhand ba Remo wî bi awayekî nerm gotê:

            Salo:

            -Birayê ezîz, çima trimpêla te ji cihê xwe nediliviya?

            -Bi xwedê ez jî nizanim.

            -Ba? e, hela peya be ez dîsa binerim bê te îcar çi ji bîr kiriye?

            Dema Remo ji erebê derket û Salo li cihê wî rûnî?t, dîna ku dît vî firêna dest danexîstiye. Loma trimpêl ji cihê xwe tevnegeriya. Salo frêna desta daxist, kilît xiste cihê wê bangî Remo kir û got:

            -Brayê min î ezîz, de ka dîsa wê kindirê girêde û  were li cihê xwe rûnê. Berî ku hinek me bikujin. Frêna desta neki?îne û kilîtê têxe cihê wê. Ez bi kîjan ali de çûm tû jî dîreksiyonê xwe di wî alî de bî?kîne. Ez sekînîm tu jî bisekine. Min li qurnê xîst tu jî lê de. Min serê xwe xwar kir tu jî weha bike. Ez kenîm tu jî bikene, ez girîm tu jî bigrî, bi vî awayî em dikarin du rojên din herin ba hostê. Wê demê jî pêwîst e ku hinek min jî rakin nexwe?xanê ku ez jî ji mirinê xilas bim. Ba? e keko can?!

-Wele min tu ti?t ji van gotinên te fêm nekir. Lê ez ê hema weke te bikim…

About The Author