EW JÎ SEYÊN BI MIA? IN

Berî niha bi 4- 5 salan, gelek kesên Cûlemêrgî xanîyên xwe bi kirê didan polîs û çawi?ên pispor (ûzman çawi?). Lê 3 sal berê di navbera xortan û polîsan de ?erek mezin qewimî û ?er belavî nava kuçe û kolanan bû, wî ?erî çend rojan domand.

Di wî ?erî de jin û zarokên polis û ûzmanan jî alîkarîya mêrên xwe dikirin.

Ji penceran gule, ?û?e, kevir û av li xortan werdikirin.

Li ser wê bûyerê, êdî Cûlemêrgîyên di navenda bajêr de hew xanîyên xwe didan polîs û ûzmanan, yên dabûnê jî bi hencetekê ew ji xênî derdixistin.

Jiber hindê jî, li Cûlemêrgê polîs û ûzman gelek zehmetîya peydakirina xênî dikê?in.

Rojekê li taxa tekserê Hesenê Mamxuranî li malê xurînîyê dike.

Yek li zengilê xênî dixe.

Hesen derdikeve û dinere ku va jinek nenas li ber derî ye.

Hesen dibê: “ Keremke xwî?kê, tu li kê dipirsî?”

Jinik : “ Ez li xanîyekî vala digerim, lê min bihîstîye hûn xanîyan nadin polîsan”.

Hesen: „Belê, lêre kes xanîyan nade polîsan, ma tu polîs î?”

jinik : “ Nexêr, ez ne polîs im „

Hesen:” Naxwe uzman î ?”

Jinik : “ Ew jî seyên (kuçik) bi mia? in „

Hesen: “Lê tu çi yî?”

Jinik: “Mêrê min yedek sûbay e ( sûbayê cîhgir e )”.

Hesen: “ Madem wusa ye, keremke hundur çayekê vexwe; emê ji der û cîranan bipirsin û ji we re miheqeq xanîyekî peyda bikîn” û camêrî û welatperwerîyê radixe ber çavan.

Lê mixabin BDP û hinek sazîyên çepgir ku girseyên wan ji her kesî zêdetir ji qanûnên 12 Îlonê xisar dîtîne, nikarin camêrîyê bikin û ji bo rakirina be?ek ji van qanûnan re bibêjin ERÊ.

Cûlemêrg

About The Author