GILGIL / GARIS

 GENIMOK / ZEA MAYS  

Genimok riwakek ji malbata geniman tê hesibandin.  Bejna wî li gor welat û cih 1,5 – 3 mîtroyan tîrane bilind dibe. Navtenga wî stûr, biriqok û di?ibe qamî?an û nava wî vala ye.  Alîyê derva yê belgên wî keskên biriqok  û alîyê hundir mat in. Bejna belgan  heta mitroyekê dirêj dibin, di?ibin riman. Kulîlkên wî yên nêr û mê hene. Yên mê di gupika  genimê wî de dertê. Berî ew kulîk bibin genim, pirçikek(gûfikek) wek por di serê wî de çêdibe (hinek dibên pû?î, hinek dibên pirç û hwd). Aha ew pirçik (gûfik) di Tibê de ji bo derman tê bikaranîn. Gû?îyê Genimok  10 – 20 cm  dirêj dibe, li ser wê gû?îye bi qasê 100 -200 libikên wek nokan hene. Bi gelemperî genimok (gilgil) ji bo xurek û qut tê bikaranîn û li hemi deverên ku av lê heye hê?în têt. Gelek cûre û rengên wî hene. Li Amerîka  rengên wî yên sor, zer, spî, esmer, ?în, û leylankî hene. Ji alîyê  mineralî ve dibin sê cûre: 1- ?ekirî 2- ni?asteyî (ni?ayî) 3-  Ya bi proteîn. Herçend di hemiyan de ew mîneral hebin jî, lê ji ber mînerala herî zêde, ew nav lê hatîye kirin.  Alman ji genimok re dibêjin: “Meis Korn”, Tirk dibêjin: “ Misir“. Lê di Kurdî de gelek navên wê hene. Wek: genimok, gilgil,  genim?amî, lazut, garis, garisê Stembolî, garisê misrî û hwd.

Welat û Dîrok : Makwelatê genimokê Amerîka latîn, Perû ye. 6000 sal berî niha ji alîyê xelkê wê deverê yên çîyayî ve çandinîya wî hatîye kirin û ji bo xurek û qût hatiye bikaranîn. Di sedsala 16 an de Firansizan bi xwe re anîne Ewropayê. Ji wir çûye Afrîqa, Misir û Kurdistanê û li welatên dinê belav bûye.

Niha di piranîya  welatên dinyayê de ji bo bazirganî, dermansazî,  xurek û qût çandinîya wî tê kirin.

Berhevkirin û parastin : Di mehên Hezîran û Tîrmehê de, berî  nokên wî çê bibin, gûfikên wî tên jêkirin û li bin sîberê tên hi?kkirin; di firaxên cam de ji bo çayê tên hilanîn.

Têdahî yê gûfikê:  Proteîn, Kalsîyûm,Potasyûm,  Hesin,  Fosfor, Karbonhîdrat, Glîkoz, Recîne, Rûn, ?ekir, Cureyên stirolê, vîtamîn A, B1, B2, B3, B5, B6, C, K.

Bikêrhatinên Gûfikê: 1- Aramîyê (rehetî ) dide giyan û bedenê 2- Bedenê bi hêz dike 3- Ji bo kewîna nexwe?îya bawîbûnê dibe alîkar  4- Îdrarê diqulipîne 5- Edavên rûvîk, mesane, û prostatê paqij dike 6- Ji bo xistina kevirên mesanê û gurçikan bandorek ba? dike.

Genimê wî: 1- Asta enerjîyê bilnd dike 2- Quwetê dide çavan 3- Ji bo tenduristîya çerm zêde bi fayde ye 4- Ji bo westa mejî û bêdesthilatdarîyê ba?e 5- Pê?îya nexwe?îyên çermî digire 6- Pê?îya hi?kbûnên reh û jîyan digire 7- Rêyên destavê paqij dike û keviran davêje.

Di derbarê  genimokê de Prof. Dr Î. Gokçek dibêje: “Ceribandinên li ser pirçika gilgil, cara yekem li Skoçyayê hatine kirin. Di van ceribandin û lêkolînan de derketîye holê ku gufika genimokê li hember edavên mesane, rêyên avrêjê û prostatê  bandorek zêde ba? nî?an daye.

Prof. Dr. Ahmet Marankî  dibêje:“ Ji ber ku gilgil  zêde karbonhidratê dihewîne, çavan bi hêz û asta enerjîyê  bilind dike. Ji bo tendirustîya çerm pir bi fayde ye. Kesên gelek gilgil dixwin rûyê wan ?idîyayî , biriqok û bê girozek (pûrîz) e . Heke genimok bê kelandin û xwarin wê westîyana mejî û bêdesthilatdarîyê (bêiktidarî –bixwenekarîn) ji holê rake. Awayê herî ba? yê xwarina genimokê, awayê kelandinê ye.

Zulfîye Erdem û Muhfîye Akin dibêjin: “Pirçikên gilgil di hindirê xwe de gilîkoz,  maltoz, cûreyên ?ekiran,  rûnên sabit, sterol, reçîne û madarek zêde tozên potasyûm dihewîne. Lewra taybetîya xwe ya kevirxistinê, paqijkirina rêyên destavê (idrarê) û îdrar qulipandinê heye.Di rûnê genimokê de asîda rûn, vîtamîn A û madarek zêde ni?aste peyda dibe. Lewre pê?îya hi?kbûnên  jîyan û rehan (damaran) digire û xursendek (qut –xida) gellek ba?e.

Biknînara: 1- Çaya pirçika genimokê 2- Tentûra gufika gilgil 3- Xwarin

1- Çaya pirçikan : Ji bo prostat, kevirxistin û paqijkirina kevirên edavê (kurmîbûn)

2 kevçîyên ?îranî pirçikên genimokê bikin nav çaydanekê, 2 qedehên ava kelandî berdin ser, bila 10 deqîqan di dema xwe de bimîne. Pa?ê biparzinin û  rojê 3-4 qedehên çayê 4 hefteyan li pey hev vexwin.

2- Tentûra gufikên genimokê  ji bo hemoterapî :  150 gr  pirçikên  gilgil yên nûjêkirî bikin nav ?û?ekî, niv lître alkola % 70 derece berdin ser û li cihek ku ji tîrêjên tavê dûr e 4-6 hefteyan rawestînin (carran bi?ilqînin).  Pa?ê biparzinin û bikin ?û?ên tarî, devgirtî li cihek hênik û bê ronahî biparêzin. Li gor hewcedarîyê 4-6 hefteyan li pey hev, rojê  3-4 caran  10- 15 dilopan jê vexwin. Ew tentûr heta salekê jî xerab nabe.

Xwarin: Genimok kelandî, yan jî bira?tî tên xwarin. Tev lî seleteyan dibe û herweha bi awayên peqandî jî, bi kêfxwe?î tê xwarin. Konserwe jî  jê çêdibin. Arvanê wê jî wek arvanê genim, ji bo her ti?tî tê bikaranîn.

About The Author