KEÇÊ JI MIN RE DERPÊ BÎNEEEEEE!

Ehmed merivekî pir fetisok û bi hêrs bû. Ji bo  ti?tekî biçûk dikaribû agir berda mala xwe. Gundîyên wan nav lêkiribûn digotin “ Ehmedê Xirab “. Ji ber vê, jinika wî Elîf,  gelek jê di tirsîya. Serpêhatîyên Ehmed ne yek ne didu bûn.

 Bihar e, wextê cotkarîyê ye. Zivistanê gayeki Ehmed mirîye, bi yek gayeki jî cot nayê kirinê mixabin. Jinika xwe Elîfa belengaz di ber gayê din ve dike binê nîr û dest bi cot dike ku  zevîyê bajo. Ji gundê hember  Elî tê silavê lê dike û dibê: “ Wey malneket ev çi hale? Tu fedî nakî, te hermeta feqîr belengaz li ber ga girê daye ! Ma tu ji Xwedê jî natirsî lo!

 Ehmed dibê: “ Ma ezê çawa bikim, ez xwe girêbidim wê kî maça (dox)  cot bigre heyran? Xeyrî Elifê kî heye ?

Elî bibê: “ Sibê were gayê me bîne pê karê xwe bi qedîne, qey wê dinya xerabe?

Werhasil, Ehmed qanî dike, Elîf  azad dibe.

Ehmed sibê zû radibe, bi rê dikeve û diçe ji gundê hember gayê Elî bîne. Di navbera herdu gundan de çemê Feradê diherike. Ehmed ga dajo tîne ber çem, ka? dike, dehf dide,  dike nake ga nakeve çem. Ehmed ?alwarê xwe derdixe li serê ga dialîne ku çavê wî nebîne, ji avê derbas bike. Ga bi dehifandin dike çemê Feradê. Çem ga ka? û berka?  dike û dûvre noq dibe, ga di çem de winda dibe. Ehmed haya wî ji xwe nîne ku bê derpê ye, bi wî halî bi lez bazdide hawarê li gundîyan dike, bi qêrîn:” Gayê min xeniqî(fetisî) werinnnn! “ Bi hawara Ehmed, yek tê bala xwe didê ku Ehmed bê derpê ye, dibê: “ Kuro va çi hal e, ka ?alwarê te? Wa derpê te jî tune !

Ehmed bi halê xwe dihese û berê xwe dide girê (tepe) jora gund. Li wir  bi qêrîn deng li Elîf’ê dike: “ Keçêêêê, zû ji min re derpê bîneeeee, ez rezîlbûm ha !

Elîf bersiva wî dide û dibê: “ Here ji orispîya  Helîm’ê derpê bixwaze, welehîn  ez derpê nayinim ji te re, te fêm kir ?

Ji Elîf’ê werê Ehmed dîsa wek serpêhatîya berê ji mala Helîm’a qehbik revîye, lewma bê derpê maye.

Giremêrên me jî li me wilo kirine mixabin.

Gotin: “ Kurdistanek serbixwe “ nebû. Gotin: “ Konfederalîzm” ew jî nebû. Gotin: “ Demokratik cumhuriyet” ew qe nebû.  Îcar dibên: “ Demokratik özerklik “ em jî wê qebûl nakin bi qebra hecî.

An Kurdistanek serbixwe, an jî tazî û rût protesto çalakî, bavo  we got ERÊ !

About The Author