HECERÊ BÎBOYÎ

Hecerê Bîboyî ( Qiliç ) di daîra tapoyê de memûr bû. Navê kurê wî Newzat bû. Hecer zehf hej ji kurê xwe Newzat dikir. Di wan deman de gundîyan ne Tirkî dizanîn ne jî rê û rêbazên dewleta Tirkan. Ew jî ji bo memûran dibû firseta bertîl (ru?wet) xwarinê.

Hecer jî ji ber ku  bertîlxwerek bê hempa bû û ji herkesî ru?wet dixwar, lewre heke ru?wet biçûk ba digot: “Newzatê min ji mastê mihên re? hez dike (anku bero?ek mast bîne)”.

 Heke ru?wet mezin ba, wê gotiba:” Berxê min! Ba? guhê xwe bide xalê xwe (guhdarîya xalê xwe bike). Xerben, bizinek kal (law) doxûden tenekek bal (hingiv). Guneyden fîstanek mexmer (cûreyek qedîfeyê buha ye) ji bo dayika Newzat. Quzeyden sibê zû bîne were mal. Qeyd û tapoyên te hazirin berxê min”.

Dema biçûya kef?ê jî Seyîd Casim ji bo ?ahidîyê û kesayetîya pisporî (bîlîr ki?î) bi xwe re dibir. Hecer di cihê kef?ê de jî digot:  “Dogûden tepe (girik), batîden tepe, guney den tepe, qûzeyden tepe”.

Seyît jî digot: “ Hûdût hema kadiz û kadiz „ ( kadiz ew rêya ku li esmanan e).

Îcar bi bertîlxwarinê gellek kes dewlemend bûn û bûn mîr û kizîr gelî xwendevanan. Lê kesên wek me bertîlnexur jî ji dilpakîya xwe di ciyê xwe de hejmartin û hê jî dihejmêrin. Wê dawîya me û bertîlxuran di ku re derkeve ez jî nizanim ellawekîl…

About The Author