Xalê me Zebarî da bin dûvê Re?o

Xalê me Ho?yar Zebarî, yanî Wezîrê Derve yê Iraqê, pehînek qerase avêt bin dûvê Amerîka û serokê wê Re?o. Ho?yar Zebarî, ji rojnama Îtalî Corrîere della re axivî û çend lotikên bê îman virde wêde avêtin derûdorê.

Zebarî lotika pê?în li Barack Obama Re?o xist û got:“Bi ?e? telaqên jinberdanê, li Iraqê valahîyek mezin çêbûye û bûye bênder û gasîna çeqel û keftaran. Ev sûcê Re?o ye. Ji ber ku Re?o newêrek û ziravqetandî ye, terka me kiriye û dewletên cîran jî wek gur û keftaran midaxaleyî siyaseta me dikin“ û lotikek li der qûna Re?o xist.

Xalê me Zebarî pi?tre lotikek bê dîn û bê îman li Tirkiye, Îran û Sûrîyê jî xist û çewal xist serê wan. Zebarî got:“Bi dîn û îman, ez bi serê Georg Bû?h kim, Amerîkî terka me dikin û diçin, lê keftarên mîna Tirk, Faris û Erebên Sûrîyê destê xwe dixin nav kar û barên me û naletê li 101 bavê xwe tînin. Ev hersê mexlûqatên qûnre? dixwazin aramîya me têk bibin û her keftarek ji wan dixwaze di Iraqê de bibe xwedî gotin“ û serê wan xist qûna bavê wan.

Xalê me Zebarî di dawîya lotika xwe de bala Amerîkîyan ki?and û got:“Law oxlim, kaka, heger hûn Afganistanê winda bikin, hûnê tenê welatekî winda bikin. Lê ku hûn Iraqê winda bikin, hûnê Rojhilata Navîn winda bikin hey bêaqiliono“ û da bin dûvê Amerîkîyan.

Ez serê we bê?înim, xalê me Zebarî pi?tî tirrê bi xwe û rew?a Iraqê dihise. Gava Serokwezîr Ellawî û Malikî digotin „bela Amerîkî ji welatê me bicehimin“ xalê me Zebarî dengê xwe nedikir û nedikir hawar û qîrîn. Lê pi?tî niha dîtiye ku bi çûna Amerîkîyan wê rew?a Kurdistanê têkeve xeterê, nuh hi?ê wî tê serê wî.

Birastî gelo Kurdekan pi?tî çûna Amerîkîyan çi garantî bi dest xistine kesek zane?

Ez bi xwe nizanim, heçê zanibe bela ji kerema xwe bêje…

Hewlêr

About The Author