Aloooo mam Kemal!

Alooo birêz Kemal, ez Be?îr im Be?îr! Tu çawayî mamoste?

Bera canê te sax be keko, lê Be?îr kî ye ezbenî?

Îca ana tu rast dibêji tu min nas nakî, yan tu serê xwe li min giran dikî kak Kemal? Ma tu ne Kemal Bûrqay e??

Belê ez im, yawo bi quran ez te nas nakim haa, ka bêje tu kî ye birader?

Ez Be?îr Atalay wezîrê karê hindir yê komara Tirkiyê me lo, îcar te ez nas kirim cîgerim?

Wîîîîîîî, wey ser çavê min birêz Atalay,  xêre yabo ka çawa ez hatim bîra te?

Wele ez bawer im gurek li çolê miriye ne wisa ye Seyda?

Na na ne wisa ye mamoste, wele bi qurana ser sînga pêxemberê ometê, te di Tarafê de îmana meselê teneke kir û bawer bike ez jî mîna te difikirim. Kuro tu rebê zilama yî haa, wey bijî ji te re!

Tarafa çi seyda, tu qala çi dikî qurban?

Kuro rojnama Tarafê haa, te dît bê çawa Qereyilan bi wan gotinên te dîn û har bû û ti nema bû were Eurupa û ava serê te bikelîne Elewekîl.

Tu bi ya min bikî mamoste, were vegere Tirkiyê. Were emê destên xwe bidin hev û lotikên azadîyê bavêjin, tu li wî welatê saro maro çi dikî qurban hi! Were emê bi hev re vê belayê ji nav xwe rakin, pa?ê emê vê meselê di nav xwe de çareser bikin te got çi mamoste, îcar tê vegerî yan na?

Yewel Be?îr, ma ji te were ez ehmeq im! Kuro lawo min porê serê xwe di vî karî de sipî kiriye û ez dizanim bê çend mû bi qûna we ve ne. Tu dixwazî ez bibim zilamê we û li dijî birayên xwe yên PKK ê  ?er bikim, ev ji devê we dûr e.

Ger hûn bi rastî dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, ka pîlan û pirojeyên xwe derînin em lê binerin bê çi di turikê we de he ye. Elawekîl, ez bawer dikim mîna wanên berê dîsa kundirekî vala ye. Ma em ehmeq in ku bi çend gotinên we yên vala werin xapandin ha!

Ez dixwazim tu vê jî zanibe seydayê Be?îr. Dibe ku em û ev biraderên xwe yên PKK ê  hevûdin rexne bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku em destên xwe bidin we û ?erê wan bikin, ev dûrî devê we ye.

Kuro ka hêdî hêdî,  yewa? yewa? babam. Tu çima hêrs bû mamoste Kemal? Birayê delal, ka pê?î li min guhdar bike.

Bes e seydayê Be?îr, me pir li we guhdar kir, ya we timî jî xap û hîle derketin. Îcar ka pîlana we heye derxin em bibînin. Yan na, me ti?tek ji hev re negot heydê bay bayyyyy! Haaaa, seydayî Be?îr, heta ti?tek zelal di destên te de tunebe, bes li min bigere cîgerim, ok!

 Elmanya

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author