Bi tawla û satrancê jî dilîzin

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Stenbol û Enqerê be, dibêjin Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn daye zanîn ku dezgehên dewletê ne carekê, lê hema bêjin her roj bi serokê Kurdên sererd û binerd ba?qan Ocalan re hevdîtinan dikin û didin lotikan.

Li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê, dibêjin Sadûllah Ergîn gotiye:”Jina min ji min berdayî be, dezgehên me û serokê Kurdên sererd û binerd Ocalan her roj hevdîtinan dikin û bi hev re çay û qehwê jî vedixwin” û hevdîtina dewletê û Ocalan e?kere kiriye.

 Dîsa li ser bextê Kasimpa?alî Receb be, dibêjin Sadûllah Ergîn herweha gotiye:”Bi sê telaqên jinberdanê, ez bi serê Fethûllah Gulen kim, pirê caran nûnerên dezgehên me bi sayin Ocalan re bi tawla û satrancê jî dilîzin. Lê xwedê heye haaa, çi cara ku em bi Ocalan re bi tawlayê dilîzin, zara wî du?e? tê û zora me dibe” û virde wêde lotik avêtine.

Werhasilî kelam, êdî herdu alî jî hevdîtinê înkar nakin qarda?im. Îcar wê ji van hevdîtinan çi tir?ik derkeve ez bi xwe jî nizanim.

Xwedê bikim ti?tekî xêrê ji van hevdîtinan derkeve..

De ya bi xêr…

Stenbol

About The Author