JI KURDAYATÎYÊ BIREVIN G?DÎ MISTO HAT !

Zilamê Îmraliyê her  hefte bi ti?tekî nû  tê fêrkirin û ew jî  dixwaze bi me bide fêrkirin û  pejirandin !

Qa?o Misto Kemal di komcivîna Erziromê de nûnêrê Kurdistanê bûye! Serokê ser erd û bin erd berê dest avêtibû felsefeyê, em pê gelek fêr bibûn  û me ?a?îyên Engels-Karl Marx û Lenîn ditibû (!). Vaye îcar jî dest avêtîye dîrokê.  Dîrokzanê nûjen ê Kemalizmê ye, bi serê Misto emê jê gelek sûd  bigrin !

Hindik maye ku bibêje “ Misto xalis mûxlis Kurd e “. Êê ka îcar ezê çawa bikim?! Ez bibêjim “ derew e “ wê mirîdên wî êrî?î ser min bikin, ez bibêjim “ rast e “ ezê derewçîn derkevim !

Na bavo na wuha nabe, hindik maye em serê xwe bixwin û dîn bibin ! A rast ez ji Kurdayatîyê îstifa dikim û diçim…

Ji bo xwedê ji min re pisporek derûnîyê bibînin  bera dermanekî bide min.

Ji bo xwedê ji min re meleyekî bibînin bera nivî?tekê çêke  ku ez sax bim.

Ji bo xwedê ka derek xalî bibêjin  ez serê xwe hildim biçimê.

Ji bo xwedê ka rêyekê bibêjin ez tê de bazdim birevim.

Ji bo xwedê ka kevirekî ravî  bikin ez serê xwe lêdim û bi?ikînim.

Ji bo xwedê ka newaleke kûr nî?anî min bidin ez herim bera gur min bixwin.

Sayin Lotikxanecîler, heqê xwe li min helal bikin, dibe ku gava hûn vê nivîsê dixwînin ez ji qehra mirî bim. Heçê heqê xwe li  min helal nekin, hûn yeqîn kin ew Mistocî ne, ihi!

Kurdistan

About The Author