Lotikek hevbe?

Ji çapemenî û raya gi?tî re

  Wek grûbên Kurd yên ji dîtinên cuda, di daxuyaniya çapemeniyê, ya di roja 19.08.2010 an de, me dîtinên xwe yên li ser Pakêta Veguhertina Destûrê diyar kiribû ku ev veguhertin, di gel ku bersiva daxwazên me yên bingehîn nade, lê belê, ji ber rê li ber guhertin û veguhertinên nuh vedike, di gel kêmaniyên wê,me erêya xwê bi we re parvekiribû ku em gaveke bi pê?ve dibînin.

  Di vê navberê de, (pi?tî daxuyaniya me) gerek li Diyarbekirê, gerek li bajarên li herêmê, gelek saziyên civatê yên sivîl di daxuyaniyên xwe de ditînên xwe yên li ser Pakête Veguhertina Destûrê anîn zimên. Di daxuyaniyên wan de yên ERÊ, NA û BOYKOT bilêv dikirin hebûn.

  Pi?tî van daxuyaniyan berfirehbûnên bi sosret destpêkirin. Hin navendên polîtîk li hemberî grûbên polîtîk yên kurd; Rêxistinên Civatê yên Sivîl û rêxistinên pî?eyî ku wek wan nafikirin û xwedî helwestên ji yên wan cuda ne, di hemû qadên jiyanê de li peyhev, dest bi gef û gurr û daxuyaniyên bi tometên giran kirin.

  Ev helwesta gelekî balkê? û hizirdar, ji alî ”yên demokrasî û a?tiyê diparêzin”, li Diyarbekirê, li ber çavên me ciriya, di heman katê de, helwesta yên pirrengînîbûna tevgera kurd ji xwe re metirsî dibînin diyar dike.

  Ev helwesta em dibêjin, nepejirandina pirrdengîyê ye û ava xwe ji nerehetiya ji berfirehbûna demokrasiya kurd veduxwe. Em vê helwestê û nerîna polîtîkî ya bi vî rengî talûke dibînin.

  Di sîyaseta Kurd de, pirrengî, pirrdengî, hem dewlemendiyek e û hem pêdiviyeke çarenivîsaz e. Bîrûbaweriyên cuda û helwestên berhema vê yekê di teko?îna azadî u nûjeniya civata me de, ji bo hevdembûnê grîng, granbuha û hêja ne.  

 28.08.2010

  Amed                                                                                                                        

  Partîya Maf û Azadiyan                           ( Hak ve Özgürlükler Partisi )

  Lêgerîna Kurdên Demokrat                    ( Demokrat Kürtlerin Aray??? )

  Tevgera Demokratên ?ore?ger a Kurd    ( Kürt Devrimci Demokrat Hareketi )

 Guruba Dîcle û Fîrat a Diyalogê                ( Dicle F?rat Diyalog Grubu)

About The Author