Kero nemir buhar tê, pîrê nemir geya û pincar tê!

Xwedîyê dezgeha Aras kekê me Bedran Ehmed Hebîb, lotikek Erebkî avêt, Ereb û Erebî kir wek ?îr û ?ekir û danî ber Kurdan.

Hebîbê me dibêje: Bila êdî kes xweliyê neke çavên xwe û ne jî çavên xeynî xwe û berdewam nebêje Kurdî yek ziman e. Di rojevê de Kurdî bûye du ziman: Kurmanciya Jorîn û Kurmanciya Jêrîn“  û weke ku ti?tekî nû ke?if kiribe, me hi?yar dike.

Êêêêê kek Bedran, ev çend sal in qarewara Lotikxanê bû û digot: „Kurdî çû, ziman parçe bû, yekîtîya Kurdan têk çû, dijmin naxwaze Kurd bibin yek, ji ber vê nahêlin Kurmancî û latînî serdest bibe“ kesî bawer nedikir. 

Bedranê me pesnê alfabe û zimanê Erebên qûnre? daye û ew kiriye zêrê zer. Pi?tî ku behsa wêje û edebîyata kevnar a Kurdan kiriye û gotiye: „Wêje û edebîyata kevn a Kurdî hemû bi tîpên Erebî hatiye nivîsîn“, bawere ku alfabeya latînî li zimanê Kurdî nayê û ji ber ku kesên mîna Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Nalî, Hacî Qadir, Xanayê Qubadî û ewên din di dema xwe de bi alfabeya Erebî nivîsandine, divê Kurd tev bi alfabeya Erebî binivîsin û dev ji alfabeya latînî berdin.

Bibore kek Bedran, lê ev tam mejiyê Soranekanim e!

Ji xwe ma gellek ji nivîskar û rew?enbîrên Soranekanim jî heman lotikan navêjin? Ew jî xwe dispêrin heman ti?tî û dixwazin alfaba Erebî li serê Kurdan bikin bela. Xelet fêhm nekin, ne ji ber ku ji alfaba Erebî hez dikin ha, na. Ji bo ku 20-25 milyon Kurmanc asîmîle bikin, wan ji latînî dûr bixin û wan têxin bin bandora Soranî û alfaba Erebî û ji niha ve yekîtîya netewê Kurd têk bibin.

Kekê me Bedran Hebîb (hebîbê ber dilê alfaba Erebî) bi dewamî çi bêje ba? e?

Dibêje:“Sîstema siyasî ya Tirkiyê xwe diguhere. Mistefa Kemal berê xwe dabû Ewrûpayê, lê sîstema îro (yanî behsa AKP û Recebo dike) berê xwe daye welatên Ereb û îslamê. Ev jî nî?ana vê ye ku dibe rojek ji rojan zimanê Erebî berê xwe bide Tirkiyê, bi fermî yan nîv fermî li gel latînî bê bikaranîn. Ev jî wê di berjewendîya yekîtîya netewê Kurd de be“.

Ango, Bedranê me alfaba latînî di berjewendîya netew û yekîtîya Kurdan de nabîne, lê gava mesele dibe alfabeya Erebî, di berjewendîya yekîtîya netewî de dibîne. Mêro dîsa bi mejiyê Soranekanim fikiriye. Gava albafa latînî be, di xizmeta Kurmancan de ye û wê Soran pê asîmîle bibin, têkevin bin bandora Kurmancî û Kurmancan. Lê ku li Tirkiyê alfabe bû Erebî, aha wê gavê xwedê da wan. Wê Kurmanc bi xêra alfaba Erebî bên ser dînê Soranan, Kurmanc û Kurmancî têkeve bin bandora Soran û Soranî, alfaba Erebî.

Bedranê me dîsa lotikek Sorankî avêtiye û gotiye: „Ji bo neteweyekî divê alfabeyek hebe, ji bo Kurdan jî alfabeya Erebî zaf ba? e. Yekgirtina zimanê Kurdî berî hemû ti?tî ji wê de dest pê dike, Kurd vegerin ser zimanê Erebî. Ji bo yekgirtina neteweyî jî her ev divê. Eger bixwazin ev rastî ye, nexwazin jî ne kê?e ye, lê ji ber vê boçûnê bila agir bi kesî nekeve“ filan û fîstan.

Alfaba Erebî li te û li we pîroz û bimbarek be kek Bedran. Em Kurmancên bakur ji latînî razî ne kaka. Madem hûn 2-3 milyon Soranekanên ba?ûr dixwazin xwe li ser 20-25 milyon  Kurmancan ferz bikin û ferz dikin, madem we Soranî li ser Kurmancî ferz kir û ferz dikin, madem we  Kurdî kir du parçe (tu bi xwe jî qebûl dikî), dev ji Kurmanacan û alfaba latînî berdin canekem. Hûn li rêya xwe û em li rêya xwe. Bela Erebî û Erebên qûnre? li we û latînî û Tirkên qûnre? jî li me pîroz û bimbarek bin.

Yanî tu bawer dikî wê pi?tî vê seetê, pi?tî 70-80 salên latînî, alfaba Erebî li Tirkiyê bibe fermî yan nîv fermî kek Bedran? Tu bawer dikî wê Amerîka, Israîl û dewletên rojava dev ji berjewendîyên xwe berdin û bi rehetî bihêlin ku Tirkiye têkeve dawa Erebên bêderpî?

Kero nemir buhar tê, pîrê nemir geya û pincar tê!

De li bendê bin kaka, xewnan bibînin ku alfaba Erebî li Tirkiye bibe fermî yan nîv fermî û Kurmanc jî dest bi alfaba Erebî bikin, alfabe û zimanekî yekgirtî pêk bê û hûn ji bela latînî, Kurmancî û Kurmancan xelas bin…

http://aknews.com/ki/aknews/9/213072/

About The Author